Polîtîk

Swêd: xwepêşandan ji bo piştgiriya referandûmê

Xwepêşandin: Em piştgirîya biryara Parlamentoya Kurdistanê dikin ku ew referandûmê ji bo serxwebûna Kurdistanê dike


Li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Parlemena Herêma Kurdistanê dê demekê tesbît bike ku ji bo li Kurdistanê referandûmeke ji bo serxwebûnê bê lidarxistin. Herweha jibo pêkanîna maddeya 140 ê jî dê referandûmeke din pêk were. 

Cîhê şanaziyê ye ku îro hemû hêzên siyasî yên başûrê welatê me bi yekdengî, bi hemahengî û bi hikûmeteke yekgirtî pêşewaziya vê pêvajoyê û van biryaran dikin.

Piştgirîgirtina vê gava dîrokî wekî vatiniyeke dîrokî li ser milên hemû Kurd û Kurdistaniyan e. Ji bo piştgirî û lêxwedî derketina vê gava dîrokî ya birayên me yên başûr, me biryar wergirt ku xwepêşandinekê li dar bixin. Em bangî hemû hevwelatîyan û dostê kurdan dikin bi alaya Kurdistanê bêşdarê xwepêşandinê bibin.

Xwepêşandan:
Dem: Şemî , 19.07.2014
Kat/Demjimêr: 13.00 – 14.00
Cih: Mynttorget /Riksdagen, Stokholm

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê-FKKS

Hevkarîya hêzên Kurd û Kurdistanê li swêdê

Bi piştgirîya Nûnertîya hukmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê

Back to top button