Polîtîk

Divê hemû kurd pişgiriya dewleta serbixwe bikin

Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo pişgiriya ragihandina deleta Kurdî daxuyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.

Daxuyanî:

Di sedsala 21 emîn de li cihanê û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn gelek guherîn çê bûn û hîn jî çê dibin. Guherîna statukoyê ya li Rojhilata Navîn di berjewendiya Kurdan de ye. Di encama wan guherînan de başûrê Kurdistanê gav bi gav ber bi serxwebûnê ve diçe.

Dema em lix ebat û daxuyaniyên demên dawî yên li ser vê rewşê binêrin du encam derdikeve;

1- Başûrê Kurdistanê wê serxwebûna xwe îlan bike.

2- Êdî di nav Kurdan de du kamp (ên serxwebûnê dixwazin û yên entegrasyonê diparêzin) çê dibe.

Her çi qas pêwistiya me bi yekîtiyê hebe jî, divê ev yekîtî li ser bingeheke netewî be. Loma çêbûna van kampan bûyereke erênî ye. Ger ên serxwebûnxwaz û yên entegrasyonê dixwazin ji hev veqetin wê demê kes, alî an rêxistinên serxwebûnxwaz di nav xwe de dikarin li ser bigeheke netewî yekîtiya xwe saz bikin û xebateke netewî bikin.

Niha li pêşiya hemû aliyên serxwebûnxaz mijareke girîng heye. Wer xuyaye başûrê Kurdistanê dê serxwebûna xwe îlan bike. Divê li hemû derên cihanê ji bo îlankirina serxwebûnê, Kurd piştgiriyê bidin başûrê Kurdistanê.

Ev mijareke li ser partî û rêxistinan e. Divê ji bo piştgiriya îlankirina serxwebûnê hemû aliyên netewî bi hev re kar û xebatên xwe bikin.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê amadene ku di vê mijarî de bi hemû aliyên netewî re bixebitin. Ji bo vê jî emê di demek kin de dest bi xebatên xwe bikin.


Koordînasyona Rêvebiriyê ya Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button