Nurî Malikî serokwezîrê hikûmeta Îraqê di axaftina xwe ya heftiyane de bi dijwarî êrîş kir ser berpirsên herêma Kurdistanê û got ku, Hewlêr bûye parastgeha DAÎŞ û Basiyan û daxwaz ji berprisên herêma Kurdistanê kir rê ji wî karî re bigirin.
Malikî got ku, raste arteşa Îraqê di şerê rûbirûbûna çekdarên DAÎŞ û hevalbendên wê de şikest, lê arteşa Îraqê xwe reorgançzekiriye û niha êrîşî grûpên çekdar dike û dê operasyonên leşkeî bedrwam bin heta hemû ew deverên ketine bin kontrola DAÎŞ vegerin jêr kontrola hikûmeta Bexdayê.
Serokwezîrê hikûmeta karbirêkera Îraqê di gotra xwe ya heftande got ku, Hewlêr bûye cîyê civînên terorîstan û ”êdî ew li hember wê yekê bêdeng nabin Hewlêr bibe wargehê DAÎŞ, Qayde û terorîstan û divê berprisên herêma Kurdistanê yên xwe bi şirîkên Îraqê dizanin li dijî terorîstan gavan pavêj in.
Malikî dixwze hemû şikestên xwe biêrîşkirina ser herêma Kurdistanê û serokatiya wê veşêr e, ew baş dizane pêşmergeyê Kurdistanê singa xwe kiriya mertalê parastina Kurdistanê ji DAÎŞ û terorîstan û di şerê dijî terorê de rojane çend pêşmerge şehîd û birîdar dibin.