Nivîsar

Dewletbûyîn mafê Kurda ye!.

Zînet Dinçer

DEWLETBÛYÎN MAFÊ KURDA YE!. Dewletbûyîn mafê Kurda ye, di dinyayê de tenê Kurd bê dewlet mane. Kurd jî weke her miletê li dinya yê xwedî mafê rewane, xwedî nirxên netewîne, mixabin di sedsala 21. Hêj Kurd ji hemî mafên xwe yên bê parin, bin pêne û qedexane Welat ê Kurdistanê bi hemû nerxên xwe bûne mîrate, û pelesenk, ew rewşa xirap Kurda di nava dinyayê de bê rûmet dike.

Em êdî hew vêna dipejirînin, em dê dewleta xwe a netewî ava bikin, netewîbûyîna me, ne şovenîzime û ne zordestîye. Lewra ev fikr û raman doza mafekî rewa ye. Em xespa mal û giyana kesî nakin , em dê bi hûqûqê xwezayî, navnetewîayî û xûdayî bikar binin, em ne partîyeke çekdarin, ne jî napênî ne, eşkere di nava meşrûîyetê da xebata xwe dikin. Ev reng û bizav, bê xof û bê tirs, rûmet û serbilindayî yê didê me ev helwesteke erênî û rewa ye , em bawerin ko her derûdor, kesayet û netewa demoqrat di helwest û tekoşîna me de dê piştgirbe, arî kar be .

Di dema derbasbûyî de netewa Kurd çi di şerê cihanê a yekemîn û duyemîn de, çi di şerê Balkanade û çi jî di dema şerê sar de bi sedan Dewletên nû ava bûn, lê mixabin netewa Kurd dewleta xwe ava nekir, di mal de man. Sedem Ji ber ko ew bixwe islam bû , lewra “di islamê de netewetî tüne” “ ûmmet “ heye. Di dema şerê sarde jî digotin netewîtî şovenizm e , paşverûtiye ji van sedeman Kurd bê Dewlet di mal de man , ev rewş jî ji sedsala şanzdehan heta iro didomê .

Di van salên dawî de Bihara Ereban dest pê kir, di van serhildanan de gelek diktator hatin felişandin, hikimrani ya wa hat rûxandin . Lê mixabin Diktatorên nû afirin. Tê zanin ko Dîktatörî û xwîn rijandin ji Ereban re mirate /miras , maye ger ko ne ji Kurda bûna pîştî hilweşandina Baasê û felişandina Sadam Hiseyin di şûna wîda Diktatörên mezintirîn dê hatibûna .

Elmalikî dê ne kêmî Seddam buna. Lê bi hebûna Kurda zû biz û Dîktatorên bi hêz derneketin, lê iro cardî li Eraqê di herêma Beşê Ereban deşer û kûştin heye welat sero bin dikin. Wexuya bû go dê gelek sînor bêne guhertin , di encamê de parastina Eraqê ket ser milê Kurdan. Pêşmergeyên leheng û qehreman , bi çek û mêrxasîya xwe welatê xwe diparêzin. û li gor madeyan 140 î wan ciyên nakober jî xistin nav sînorê hikûmeta federe a herêmê,. Me hêvî heye ko Pêşmerge him jî Kerkukê him jî ji wan ciyan êdî dernekevin.

Em Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiya piştgiriya helwesta Serok ê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî di derbara referandumê de dikin. Em gelek şad û bextiyarin ko Cenabê serokê herêma Kurdistan ê birêz Mesud Barzanî û hukûmeta K urdistanê biryara dewletbûyîna Kurdistana serbixwe bidin û bi pejirînin . Da vê carê jî Kurd bê dewlet, di mal de neminin , di vî warî de çi reng û çalaki, arîkarî, pêdivî bi me hebe em wek PDK-T amadene.

Dewletbûyîn mafê Kurda ye!.

08.07.2014

PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ-TIRKIYA (PDK-T)
ZİNET DİNÇER

 

Back to top button