Berhemek dîrokî
Bêguman her rojeke ku dibihure, bi xwe re berhemeke dîrokî jî derdixe holê û pêşkêşê nifşên Kurd ên demê dibe.
Ev berhema destnivîs ku rûpela destpêkê tê xuyakirin ji aliyê serokê serhildana Neteweyê Kurd a li Bedlîsê gorbihişt Seyda Mele Selîm ve bi zimanê farisî hatiye nivîsandin û li dora 1.500 rûpelî ye. Çend rûpel ji pirtûkê bi riya neviyekî wî bi navê S.T. gehane destên min.
Li gor agahdariyên ku bi dest ketine, 5-6 berhemê Seyda Selîm hene û niha li deverekê di binê parastinê de ne. Lê di nava wan de çend bi kurdî ne, nehate zanîn.
Selîm di 1856an de li gundê Azîzan ku girêdayê bi Kanîreşê (Karliova) ve ye hatiye dinyayê. Bavê wî Mele Mehmûd, kurê Mele Mihemedê kurê Mele Diyavî ye. Malbata wî bi eslê xwe ji Swêregê ye.
Serokê Selhildanê çendî ku di mêjû de bi navê ”Feqe Selîm” hatiye binavkirin, lê belê ew li Hêzanê dersdarê Medreseya Mala Xews bûye.
Seyda piştî xwendina xwe li Zanîngeha Ezherê qedandiye, vegeriyaye Kurdistanê û bûye dersdarê Medreseya Mala Xewsê Hîzanê.
Sal 1914, li Bedlîsê serhildaneke netewî bi serokatiya Seyda Selîm çêbûye. Lê mixabin Seyda digel Seyîd Elî û Şêx Şehabedîn ji aliyê Osmaniyan ve hatine xeniqandin.
(Wêneyê rûpela destpêkê ya pirtûka Seyda Selîm)
Stockholm 01/ 07/ 2014
Zeynelabidin Zinar