Eger Barzanî Malikî bibîne dê çi jê re bêje (Video)
Serokwezîrê Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku, ji bona çareserkirina kirîza Îraqê, divê serokwezîrê Îraqê dest ji kar berd e.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel NBC a amerîkayî eşkere dike ku, beriya 6 mehan wan serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî ji metirsiya hatina çekdarên DAÎŞ agadar kiri bû, ”Lê Malilî guh nedaye wan û gotiye her tişt başe û li jêr kontrolê ye.”
Barzanî dibêje ku, herêma Kurdistanê berpirsên îdareya Amerîkayê jî ji livînên çekdaran agadar kiri bûn û daxwaz ji Amerîkayê kiri bû fişarê bêxin ser Bexdayê ku, tiştekî dike, Amerîka jî goti bû ew dê Bexdayê agadar bikin, lê tiştek nekirin.
Di bersiva pirsekê de; Eger Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Îraqê bibîne dê çi jê re bêje, Nêçîrvan Barzanî got: Ez dê jê re bêj im: serokwezîr rewşa Îraqê pêwîstî bi çareseriya siyasî, ne leşkerî, ye.
Barzanî di axaftina xwe de tekîd dike ku, eger serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî li ser kursiya hikûmetê bimîne dê kirîza Îraqê kûrtir û alostir bibe û dê çareserkirina pirsgirêkan bizehemt be, ji ber hindê divê Malikî des tji kar berde (îstîfa bike)
Serokwezîrê Kurdistanê dibêje ku, ji bona ku Îraq yekgirtî bimîne, baştirîn çareserî eve ku, hikûmeta Îraqê bê guhertin û hikûmeteke federalî bi awayekî ku, her yek ji şîye, suna û kurdan deverên xwe biparêz in, bê avakirin.