Civak

Em dixwazin li gel pêşmerge xaka Kurdistana azad biparêzin

Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê:

JI RAYA GIŞTÎYA KURDİSTANÊ RE

Di heqe êrîşên li ser başurê Kurdistanê de:

Em dizanin ku ev êrîş ne êrîşa komek terorîstane ku piştgirîya civatekê, ne li piştê de ye.. Em baş dizanin ku li pişta vê rexistina ku xwe bi navê IŞÎD/DAÎŞ dide nasîn dewletên dagirkerên Kurdistanê hene.

Em ê heta dawiyê piştgirîya başurê Kurdistane bikin ku ji her çar parçeyên Kurdistanê ew gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Em ê sîyasî û fîîlî bi hemû alavên li başurê Kurdistanê û li hemî dinyayê piştgirîya wan deskeftîyan bikin. Heger ku pêwist be em dildarin û piştgirîya dildarîyê dikin ku wê parçeya Kurdistanê ya azad biparezin.

Başurê Kurdistanê destkeftîyêka hemû Kurdistanê ye ku bi sed salan nû bi deste xwe ve anîye. Di serî de ciwanên Kurdan û hemî Kurdistanîyan em vedixwînin ku hemû fikr û ideolojîyên xwe danin alîyêkê û li bin Alaya Rengîn mil bi milê peşmergeyên Kurdistanê wan destkeftiyan biparezin.


TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ

Back to top button