
Di şer û pevçûneke navbera Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û çekdarên DAİŞ’ê de, rojnamevanê Kurd Kameran Necim li gundê Mela Ebdulle yê ser bi Kerkûkê hat kuştin.
Di vê derbarê de Rêveberê Polîsên Qeza û Nehyeyên Kerkûkê Serhed Qadir got: ‘’Wênegir Kameran Necim ku ji bo şopandina bûyeran hatibû navçeyê, di şerê navbera Pêşmerge û DAİŞ’ê de li Kerkûkê bû qurbanî.’‘
Rojnamevan û wênegir Kameran Necim endamê Liqa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Serokê Navenda Metrografîk a Silêmaniyê bû. Di şerê vê êvarê yê di navbera hêzên Pêşmerge û DAİŞ’ê de hat kuştin.(BasNews)