Civak

KOÇ-KAK li Almanya serdana Tevgera Ciwanan kir

Komeleya Karkerên Kurdistanê (KOÇ-KAK) li Almanya li Diyarbekirê serdana Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê kirin. Endamên Tevgerê bi germî pêşwaziya mevanan kir û di navbera wan de li ser rewşa siyasî a Kurdistanê sohbetek dirêj derbas bû.

Her du aliyan jî fikr û ramanên xwe yên di derbarê hev de û hêviyên xwe ji hevdû re gotin. Hêvî ewe ku di nav aliyên netewî de têkilî tim hebin, xebatên hevbeş pêk werin û ev serdan bibe pêngavêv di wî warî de ji bo her du saziyan.

Tebgera Ciwanên ji bo vê helwesta dostane spasiya endamên KOÇ-KAKê li Almanya kirin.

 

Back to top button