Polîtîk

Dengê malbatan zêdetir dibe

Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê:

DENGÊ MALBATAN HER KU DIÇE ZÊDETIR DIBE

Li bakûrê Kurdistanê ev 30 sale şereke didome. Helbet sedema vê şerê û sedema hemû serhildanên ku li Kurdistanê çêbûne, dagirkirin û perçekirina Kurdistanê ye. Divê Kurd li mafên xwe xwedî derkevin û doza dewletbûnê bikin. Ji bo wî jî çi pêwîst be divê bikin. Lê ev naye wê maneyê ku Kurd di şeran de zarokên biçûk bişînin ber dijminan. Bi ser de baş tê zanîn ku şêrê ku îro dibe ne ji bo serxwebûnê ye.

Heta niha gelek zarok di vê şêrê de jiyana xwe ji dest dan. Lê heta niha tu kes li hember vê rewşê deng nekir. Lê piştî malbata Böçküm, gelek malbatên din jî kon vekirin û niha doza zarokên xwe dikin.

Dema em li emrê zarokan dinêrin, helbet ev daxwaza malbatan di cih deye û divê hemû kes piştgiriya malbatan bike. Piştî şaredariyê, niha çar malbatan jî li qada Deriyê Çiyê kon vekirine. Ev malbatana çûne navenda BDP û doza zarokên xwe kirine lê li wê derê êrişî malbatan kirine. Serê bavê zarokek şikandine.

Em naxwazin di vê şerê ku ne ji bo berjewendiyên Kurdan de ye tu kes jiyana xwe wenda bike. Di heman demî de em napejirînin ku şer bi rastî ji bo Kurdistanê be jî zarok di vê şerê de bên bi kar anîn.

Em do çûn serdana malbatên ku li qada Deriyê Çiyê kon vekirine. Malbat bi biryarin û dibêjin heta ku zarokên wan venegerin ewê dest ji vê çalakiya xwe bernedin û çi qas bidome bila bidomê ewê ji cihê xwe neçin tu derê. Malbatan di heman demî de eşkere kir ku hin aliyan ji bo wan gotine ew çend kesên xwenezan in. Ew bi wan aliyan baş dizanin û ger ew alî bixwazin biçin serdana wan jî wê qebûl nekin.

Zarokên ku birine û temenê wan em bi we re parvedikin;

Özgür Çetiner (15 salî 5 roje birine)
Berat Çetiner (15 salî 5 roje birine)
Serhat Oturmak (15 salî 7 roje birine)
Ersin Eren (17 salî di 31ê adarê de birine)

Em piştigiriya hemû malbatên ku zarokên xwe dixwazin dikin û em eşkere dibêjin ku cihê zarokan ne qada şer e. Loma divê hemû zarok vegerin malên xwe.

Divê em li mijareke din jî baldar bin. Belê cihê zarokan ne qada şer e. Belê, ev şerê ku niha didome ne ji bo berjewendiyên Kurdan e. Loma divê helwesta me zelal be li hember vê rewşê. Lê divê di heman demî de em lê miqate bin ku ji ber vê sedemê, baweriya gel a bi têkoşîna netewî neşikê.

Niha du aliyên sûcdar hene. Yek devlet e ku dagirkere li Kurdistanê û sedemê hemû şeran e, yek jî PKK ye ku him şereke ku ne di berjewendiyên Kurdan de ye dike him jî di vê şerê de zarokan bi kar tîne. Loma divê em hişyarbin. Divê em him li hember vê rewşê helweteke zelal nîşan bidin û him jî nehêlin ku ev rewş bibe sedema ku baweriya gelê Kurd bi têkoşîna netewî nemîne û têkoşîna netewî ya Kurdan sed salek din paşkeve.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button