News Junkie Post: Ji bo çi Kurd nebin xwediyê dewleta serbixwe?
Xelk û gelên li seranserê cîhanê hewl didin û xebat dikin ku bibin xwediyê dewleta xwe ya serbixwe, êdî her ji Skotlandiyan bigre heta ku digihe Kataloniyan û Twarîgan û Kurdan û Peştûnan û Baskan û Filistîniyan.
Ev xelk û gel dixwazin ax û çarenûsa wan bi destê wan bê û nasnameya neteweya xwe biparêzin. Kultûr, ziman, peywendiya netewayetî li sînorekî diyarkirî da dibin nasnameya neteweyên wan.
Herdem hinek grup ji xelkê dixwaze bi şer û dagîrkerî sînorê desthilata xwe zêde bike û derencama van hewlan jî çewsandin û hinek car jî ji navçûna hinek grupên neteweyî pêktê.
Herdem aliyê serketî dîrokê nivîsiye û nexşeya cîhanê jî bi xwîna aliyên têkçûyî hatiye kişandin. Pênç sed sal berî niha Ewrupî gihîştin Amerîka û eve jî destpêka jenosayda runiştvanê resenê kîşwerê Amerîka bû.
Kolonyalîzma Ewrupa bû sedema guhertina nexşeya cîhanê ya li tevahiya kîşweran da. Zêdetirê wan şerên ku niha jî berdewamiya xwe heye dîrok û sedemên wê vedigere li ser çendîn salan. Împarator piştî ji êrîşên xwe û bi cîhkirina armancên xwe vedigerin, lê belê bandorên wiha li ser nexşeya cîhanê bi cîh dihêlin ku derencama wê dirustkirina şer û pişêwî dibê ji bo demeke dûr û dirêj.
Wekî mînak, zêdetirê kêşeyên niha ya rojhilata navîn peywendiya wan bi biryarên piştî cenga yekema cîhanî her dû zilhêzên Brîtanya û Fransa ve heye. Wan biryarê dan ku axa Kurdan li ser Tirkiye, Iraq, Suriye û Îranê da dabeş bikin, lê belê diviya bi navê Kurdistanê dewletekî yek perçeya Kurdî bihata dirust kirin. Sala 1920 peymannameya “Sevr” hate îmza kirin, ev peymanname tekez li ser danina dewletekî serbixweya Kurdî dikir.
Lê belê tu demekî bendên wê nehatin bi cîh kirin. Her ji bo wê yekê dibînîn heta niha jî Kurdistan li ser tu nexşeyekî danpêdanana cîhanî sînorekî xwe ya rûn û eşkere tûne. Niha jî nêzîkî sedsalek li ser wê biryara Brîtanya û Fransa da derbasbûye, lê belê Kurd li ser xebata xwe berdewamin û armanca wan jî eweye bi mafên xwe yên rewa şad bibin. Ew jî bûna xwediyê dewleta xwe ya serbixweya Kurdî ye.
Çavkanî: Malpera News Junkie Post a malpera Amerîkî