Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê Çarşemiya Sor pîroz dike

Bi minasibeta cejina Çarşemiya Sor û sersala êzidiyan (16.04,2014) civata wezîrên  herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî êzidiyên Kurdistan û çîhanê dike û di peyma xwe de hikûmeta herêma Kurdistanê hêvî dike ku, cejina sersalê cejna bidestvehatina xewnên êzidiyan be û vê cejina Çarşemiya Sor û cejna sersalê bi xêr û xweşî di nav aşitî û aramiyê de derbaz bikin.

 Peyama hikûmeta Kurdistanê:

Bi minasibeta hatina cejina sersalê ya xwîşk û birayên êzidî, gerimtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan pêşkeşî hemû  xwîşk û birayên êzidî yên Kurdistanê û her cîyekê lê bin pîroz dikîn. Em hêvîdar in ku, sala nû sala pêkhatina xewnên wan be û vê sersal û cejinê û hemû cejinên xwe bi xêr û xweşî di nav aramiyê de derbaz bikin, hemû rojên wan her cejin û xweşî bin.  Hêviya saleke pi xweşî û serkeftinê ji bo hemûyan dixwazîn.

Careke din sersal pîroz be. Her sal bi xêr û xweşî

Civata wezîrên herêma Kurdistanê

 

15.04.2014

Back to top button