Polîtîk

247 serbazên Tirk li şerê Suriyê de hatine kuştin

Li gor lêkolîneke navendeke herêmî ya Kolombiya ya Amerîka hatiye kirin hejmara wan şerkerên biyaniyên ku destê wan li şerê Sûriyê da heye li destpêka rûdawan heta 31.kanuna yekema 2013 nêzîkî 248.000 bûne, ku 58 hezarê wan hatine kuştin û 82.000 ê wan jî li Sûriyê bi cîh hiştiye û 12.000 jî hê jî ne diyarin û hê jî 96.000 li gel bereya Nusre û Da’îş û grûpên çekdarên din de li Sûriye şer dikin.

Her wiha li encama vê lêkolînê de hatiye diyar kirin ku eve mezintirîn kombûna şerkerên biyanîne li dîrokê da rû dabê li Sûriyê ye ku xelkên 87 regeznameyên cûda li Sûriye şer dikin. Her wiha zêdetirîn hejmara şerkerên biyanî jî hatiye tomar kirin ku li yek demî da li Sûriyê ne, ew jî li tişrîna sala 2013 amade bûn ku 143 hezar şerker bûn û paşê wê hejmarê kêm kiriye.

Lêkolîn balkişandiye li ser wê yekê ku ew biyaniyên ku nasnameya biyanî “Ewrupî û Amerîkî” hildigrin gihîştîne 12.000 û 760 şerker ku 2083 kes ji wan vegeriyane û nasname ji 574 ê wan hatine wergirtin. Her wiha behsa wê yekê jî hatiye kirin ku Erebîstan rêzbenda yekem da ye hejmara şerkerên biyanî bi 19.000 û 700 şerkere ku heta niha 4000 ê wan şerkeran hatine kuştin.

Her wiha li hejmara jinên şerker de Tunis yekeme û Erebîstan dûyeme. 96 jinên Tunisî ku 18ê wan hatine kuştin û rola wan zêdetir li warê seksê de li xwe dibîne.

Dîsa li gor lêkolînê artêşa Tirkiye 247 serbaz û efserên xwe ji dest daye ku li ceng da li gel çekdaran hatine kuştin û heta niha ev rastî nehatiye belavkirin, lê belê wiha nîşan dane ku li şerê li gel PKK de hatine kuştin.

Back to top button