
Li demên bihurî Rêxistina Neteweyên Yekgirtî hinek zanyariyên nû yên li ser Iraqê belav kirine û tekez li ser wê yekê dike ku roj bi roj Iraq zêdetir dikeve bin xeta hejariyê lê belê Herêma Kurdistanê jî rewşa hejariyê berev nemanê ve deçe.
Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li raporên nû li gor amarên salên 2007 heta digihe 2011 beramber kirine û xûyakiriye ku ji ber wê rewşa nebaşa Iraqê welat berdewam di nav şerekê navxweyî da dijî vê yekê rêjeya hejariyê li welat berev astên tirsnak biriye her wisa eve jî aniye ziman ku ew parêzgehên operasyon lê hene û dijwarî berdewam lê tênekirin zêdetir ji parêzgehên din ji derdê hejariyê dinalin û xûya dike ku li ser asta Iraqê her sê parêzgehên Kurdistanê baştirînin ji hemû rûyekî ve.
Her wisa di vê rapora xwe da NY tekez dike ku baştirîn parêzgeh li ser asta Iraqê bi kêmbûna rêjeya hejariyê parêzgeha Silêmaniyê bûye û hejarî lê kêmbûye û ji rêjeya 1,8% heta 0,3% kêmbûye. Li parêzgeha Dihokê hejarî ji rêjeya 5,8 li sala 2007 ê kêmbûye 4,9 li sala 2011.