
Serokê Fransa Emmanuel Macron 6ê meha bê serdana Sûriyê dike û li gel serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ dicive.
Li gorî dezgehên ragihandinê yên Fransayê, 6ê Tîrmeha bê, Emmanuel Macron serdana Şamê dike û li gel Ehmed El-Şeri´ dicive.
24ê Nîsana bûrî, El-Şeri´ û Macron di çarçoveya beşdariyê di lûtkeya awarte ya Yekîtiya Ewropa û hevkarên wê li Nêqosiya paytexta Qubrisê civiyan.
Di wê civînê de, behsa peywendiyên di navbera herdu welatan de û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.


