Civak

Peyama hukumeta Kurdistanê

 Bi minasibeta cejna serê sala nû a zayînî, ciwantirîn û gerimtirîn pîrozbahiya pêşkeşî hemû hevwelatiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikîn. Em hêvîdar in sala nû sala serkeftin û bidestvehatina xwestek û xewnên kurdistaniyan be. Bi hîmet û beşdariya hemû aliyan  hikûmeta nû a herêma Kurdistanê di aramî û tenahiyê de baştir û zîdetir xizmeta pêşkeşî hevwlatiyan bike.

Hatina serê sala nû qonaxeke nû bi xwe re tîne ku herêma Kurdistanê pêwîstî bi yekrêzî, yekhelwestî,  hevahengî û bihev re karkirina hemû pêkhatên Kurdistanê heye, daku, bikare zêdetir aramî û tenahiyê û avadaniya baştir û xizmet û xweşgozeranî zêdetir bo hemû hevwelatiyên Kurtdistanê dabîn bike û pêngavên mezin ber bi pêşkeftin û geşkirina û binyatdanan welat di hemû waran de pavêje.

Sala nû li hemû Kurdistaniyan pîroz be. Hêvîdar în şadî û serkeftin ş saleke xweş û aram bi hemû aliyan

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
31.12.2014

Back to top button