Polîtîk

500 saliya dabeşkirina Kurdistanê bibe destpêka vegerîna axê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta dawî hatina sala 2013 û destpêka sala nû ya zayînî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemwelatiyên delal û hemû çîn û aliyên siyasiyan û bi taybetî jî xuşk û birayên mesîhiyên Kurdistan û Iraqê dikim. Hêvîdarim sala 2014 a zayînî li welatê me de bibe sala bi hêzkirina bingehên aştî û pêkvejiyan û lêborînê û bibe sala geşbûna aborî û xizmetguzariyên zêdetirê xelk û aramiya li Herêma Kurdistanê.

Niha ku aliyê siyasiyan mijulî guftûgoya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne daxwaz ji hemû aliyê siyasiyan dikim li pêkanîna Hikûmetê da xizmetkirina hemwelatiyan û berjewendiya neteweyî bixin li ser rûyê hemû bernameyên xwe. Eve derfetekî başe ku hemû aliyek hewl bidin li gor bernameyekî rêkupêk û zelal rûbirûyê gendelî û wan hemû kêmasiyan bibin ku li ber pêşketina welatê me de bûne asteng. Her wiha hukim û destê bilindê yasa kûrtir bibê ku berev bi damezrayîkirina dam û dezgehan ve hengav bêne avêtin. Pêwîste li sala pêş da kar li ser babetekî gelek girîng bê kirin ew jî nêzîkbûna tevahiya gel û desthilat û bi hêzbûna baweriya li navbera aliyê siyasiyên Herêma Kurdistanê ku bi hêztirîn çekin, ji bo welatê me û mîsogerkirina mafên neteweyî û demokratiyên me bibin binyatnana paşarojekî geş.

Her bi vê helkeftê bi pêwîstî dizanim pîrozbahiyên sala nû ya zayînî li xuşk û birayên me yên li beşên dinê Kurdistanê û revenda Kurdî li welatên derve bikim. Hêvîdarim li sala 2014 an de ku heman demî de pênç sed saliya şerê Çaldiran û dabeşbûna axa Kurdistane, destpêka vegerana rûmet û maf û axê bê ji bo gelê Kurd û doza rewaya gelê me pêşketinên zêdetir bi xwe ve bibînê û dawî bi êş û janên xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê bê û gelê Kurd li wê beşa Kurdistanê bi mafên xwe şad bibê.

Bi wê hêviya li sala 2014 de aştî û pêkvejiyan û pêşketin li hemû cîhanê da pêş bikeve û êdî xelk bi dest şer û koçberî û hejarî û nexweşî nenalênin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31.12.2013

Back to top button