Pukmedia: Ji%99 Kurd piştgiriyê didin Xweseriya Demokratîk
Malpera PUKmedia li Rojavayê Kurdistanê li gora xwe lêpirsînek kiriye. Ev lêpirsîn li gora ku malpera PUKmedia dide zanîn li gel 12.332 kesî hatiye kirin.
PUKmedia ev pirsa hanê ji van kesan kiriye: “Hûn piştgiriyê didin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê”
Encam gelekî balkêşe. PUKmedia dide xuyakirin ku ji % 99 pişgiriyê didin Xweseriya Demokratik li Rojavayê Kurdistanê.
Di vê derbarê de encama PUKmedia radigîhîne eve:Ji 12 hezar û 332 kesên ku beşdarî rapirsiyê bûne de ji sedî 99 gotine em piştigiriyê didinê, ji sedî 1 gotine em piştgiriyê nadinê û ji sedî 0 jî gotine nizanîn.
Ev encam hilbijartinên berê ku dema baasiyan de tîne bîra mirov. Dema Hafiz esed û herweha di dema Bişar Esed de jî hilbijartin ji bo serokatiya Suriye çêdibûn. Ji % 99 deng didan Hafiz Esed û kurê wî.
Li Iraqê dema Sedam Huseyin de jî encamên hilbijartinên serokatiyê eşkere bû. Ji % 99,tiştek jî deng didan Sadam Huseyin. Ev encam delîlê yek tiştekî bû. DÎKTATORÎ…..
Ji bo vê yekêjî encama lêpirsîna PUKmediyayê balkêşe. Gelo ew bi xwe jî baweriyê li vê yekê tînin yan na? Li ser xirêbe..
Baki Banî/Rojevakurd


