Nivîsar

Di nav Kurdên Qafqasê de perwerdeya kurdî

   
Xwedê Teala mirov afirandiye û di mirov de aqil, ziman û gelek hest tê de civandiye. Ziman dayîna Xwedê ye. Mirov  çawa ku bê xwarin nikare bijî, bê ziman jî nikare bijî.  Ji ber vê bi zimanê zikmakî perwerde dîtin mafê her mirov û miletê ye. Mafê ku Xwedê daye tu kes nikare ji mirov bigre, wê ku zimanê mirov qedexe bike jî li ber Xwedê asê dibe. Ji bo ku mirov  zimanê xwe hîn bibe hewce ye mafê perwerdehiya zimanê zikmakî  bibîne û ferz e! Car jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî çawa ku mafê her miletê ye mafê netewa Kurd e jî.

Kurd di war û welatê xwe de çawa ku bê perwerdeya zimanê xwe yê zikmakî dijî li Qafqayayê  jî bê perwerde dijîn. Kurd hemwelatî  dewletên Qafkasê ne lê mafê perwerdeyê wî tuneye.

Kurdên Qefqesê  bi piranî bi sedsalan li xweseriya Nahçiwanê, Ermenîstanê ( herêma Derelez, Vedî  û Sisyan) , Kurdîstana Sor û Gencê (girêdayê Azerbaycanê ye) bi cih bûbûn û dijiyan. Piştî şerê Rûs-Îran-Osmaniyan û li ber serhildanan  Rûsya Kurdan ji vê dewerê mişexit kirin û  di nav dewletên qefqasê de li gund û  dewletan de bi parçe parçe kirin û di nava xwe de belav kirin û  bi cih kirin. Dawiyê jî Dewleta Ermenîstanê Kurdên  misilman ji welatên xwe derxistin.

Kurdên ku li herêma  Qafqasê dijîn yên Kurdiya xwe ji bîr nekirine an jî malbatên Kurd yên ku bi zimanê zikmakî diaxivin bê xêra dapîr, bapîr an jî  bi xêra kalanên xwe ji bîr nekirine. Ez vê xîretê pir girîng dibînim. Divê Kurd paya dapîr û bapîrên xwe  tu car kêmanî nebînin. Lê niha ser vê nasekinim ev mijarek din e.

Li Qafqasê Kurdolojî

Di lêkolînê de ez dibînim ku  di nav dewletan de Kurdzaniya ku herî pêşketiye Rûsya ye; Rûsya  cara ewul di bin “Akedemiya Zanistî  ya Çarliga Rûsyayê”  de  ji alê endamê Akademîyê Pallas    “ Ferhenga Muqeyeskirî” amede kiriye, di nava vî ferhengî de 276 bêjeyên Kurdî  hatine dîtin. Paşê jî em dibînin ku di herba Rûs-Îranê(1828) de pirtûka  Şerefnameyê birine  Zaningeha S. Petersburgê(Leningrad) .

Dîsa Konsolosê Erzûrumê yê Rûsyayê Aleksandir Jaba di 1856-58an de çîrokên kurdî, derbê mesel û kilaman berhevkiriye lî ber de jî qlasikên Kurdî, destnivîsên Kurdî  berhevkiriye û şandiye Rûsyayê wergerandine  zimanê xwe  û  pirtûka “Bijarteyên nivîskarên Kurd yê kalasik”  çapkiriye. Di dema Sowyetê de di serdema Çarligê de her çiqas perwerdehiya Kurdan tunebû jî lê  alê Kurdanzaniyên Rûs nivîs  li ser Kurdan dihate nivîsandin.

Li Rûsyayê zanîngeha ku li ser Kurdzaniyê disekinî  Zanîngeha  St. Petesburgê bû, di bin St. Petesburgê Enstituya Rojhilatê de cara yekem(1931) seminerek Kurdî hatiye li darxistin, ev semîner  ji alê İsak Sukerman û Qanadê Kurdo ve hate dayîn.

Di bin vê beşa kurdzaniyê de di 1931ê de ji alê Heciyê Cindî, Eminê Evdal, Casimê Celil û wd. “Komisyona Lêkolîna Çanda kurd”  hatiye damizrandin. Û nêzeka 600 rûpel nivîs dane hev û hatine weşandin.

Paşê di pêşvaniya  Kurdzanên Rûs Alexander Jaba, V.F.Minorsky û V.P.Nikitin de di 1959an de  di bi Enstituya  Rojhilatê de beşa Kurdzaniyê vekirine.
Li Ermenîstanêd hewldana Haciyê Cindî  li Ermenîstanê beşa Kurdzaniyê vebûye, û gelek rewşenbirên kurd tê de xwendine. Di vê serdemê de  mekteban û li gundê Kurdan de Ereb Şemo û İshak Maragulav (bi xwe Suryanî ye) dersa Kurdî  dane Kurdan.
Dixuye ku Rûsya ji bo kurdên qafqasê tiştek nekiribe  an jî ku bi kêmasî be jî  lê pispor an akedemisyenên xwe teşwiq kirine ku di warê Kurdzaniyê de bixebitin.

Di Kurdzaniya Rûsyayê de Kurdzanên Rûs: lêkolîner Piyotir Lerch, Aleksandir jaba, Bazil Nikitin,F.Charmo, Frejmann ve I.A. Orbeli Margulov ve Şamilov’un, Frejmann Vladimir Minorsky’nin.

Kurdzanên Kurdên Qafqasê; Ordixanê Celil, Celilê Celil, Heciyê Cindî,Maksime Xemo, Zera Usıf, Kerim Eyubi, Wezîrê Eşo, Hejarê Şamîl,Şamîl Esgerov,Huseyin Kurdoglu,Erep Şemo Şamilov, Şerefe Eşîr, Şêkrayê Xudu Mihayan, Cangir Axa,Ehmed Mirazî,şamîl Tamur,Ehmed Pizyayan,, Cerdoyê Genco
Li aliye din jî di nav Kurdên Qafqasê de Kurd  di nav xwe de  sazî ava kirine; ev jî mal, navend û komel in, di nav van de qursên Kurdî, semîner  û panel li darxistine.

Li Nav Kurdên Qafqasê Perwerdeya Fermî/Taybet

Perwerdehiya Kurdî  ya dewletê yên fermî:
Îro di dibistanên nav dewletên Qafqasê de  perwerdehiya bingehîn ya bi Kurdî tunenin, lêbelê li  dersên bijarte yê fermî li Gurcistan,Tiflîs dersên bijarte henin lê zêde bi kar naynîn. Lê lî vîr welatan de dersên bijarte didomin lê pir nayê bi kar anîn. Li Ermenistanê jî  tenê li 12 Gundên Elegezê dersa bijarte ji bo zarokên Kurdan hene.

“Li Azerbaycanê, di sala 1993an de bi alikariya nivîskar Hejar Şamil destûreke dersa hilbijartiyê  ji bo du gundan ku Kurd tê(li navçeya Xanlar gundên  Qedili û Seyidler) de dijîn girtibû lê niha dersa Kurdî nayê dayîn.” *
Beşên Kurdzaniyê di bin Enstîtu û Zaningehên Rûsyayê -Sankt Peterburg (Leningrad),   Yerîwanê, Kazaxistanê û Kırgizistanê hene lê xebat pir tuneye an jî pir hêdî dimeşe  û ev beş xwendevanan nagrin. Car jî  em dibinin ku dibistana Bilind Pedegoga Şuşa beşa Kurdî (Azerbeycan-1931-37) vebûye  lê paşê hatiye girtin.
Li Kazakîstanê li warê Kurdan de di dibîstanan de heta pola 12an zarokên dibîstanê dersa Wêjeya Kurdî dibinin û didome.

Perwerdehiya Komel û Navendên Kurd yên Taybet:

Kurdên qafqasyayê kêm zede  din av xwe de komel vekirine ev ji bo hebûna Kurdên qafqasê gelek girînge, çimkî din av miletên biyanî de parastina çand û ziman gelek zor û zahmet e. Komel , navend an malên ku ji alê Kurdan ve hatine sazkirin ev in:
Li herema Saratov:  5 Navenda Çand-Netewî, 3 Qursa Perwerdehiya Kurd û  Mala Kurd hene. Li Ozonkî Mala Kurd û Komeleya Kurd hene
Herema Tambov: Koma Folklorê û Qursa perwerdehiya Kurdî
Herema Kursk: Kurd di nava xwe de karên Çandî dikin
Herêma Nijnî Novgorod: rêxistinên çandî hene
Sankt-Petesburg(Leningrad-Rûsya) Komeleya Kurdistanê heye

Adigey: Navenda Çanda Kurd

Di lêkolînê de em dibinin ku tu li mektebên dewletên Qafqasê de perwerdehiya bingehî ya bi zimanê Kurdî tuneye (tenê li  Ermenîstan û Kazakîstanê heye)  û mafê perwerdehiyê nehatiye  dayîn ku Kurd bi zimanê xwe perwerde bibînin. Ev  rewş ji bo kurdan pişaftinekî mezin e, lê divê Kurd jî hişyarbin ku xwe, çanda xwe û zimanê xwe ji pişaftinê xelas bike divê bi komel an jî bi dibistanên taybet ji xwe re ava bike û zarokên xwe bişîne mektebên beriya dibîstana ku wiha nebe û hewldan tunebe wê xwe çawa  xwe ji pişaftinê biparêze.

Paşa Amedî


Çavkanî
1-Atmaca, Metin radikal, Kürdoloji’nin dünü, bugünü  ve yarını
2- Durgun, Doğan, Sovyet Deneyimin Doğu dillerine katkısı
3- Netewe, Rêya Teze
4- Hajarê şamîl/Diaspora Kürtleri
5- * Bi rêya peyamê Hejar şamîl gotiye.

Back to top button