
Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Nezîr Gelerî:
Em bangî gelê xwe yê Qoserê dikin ku bi berpirsyarî û baldarî tevbigerin
Li nevçeya Qoserê ya Mêrdînê, bi taybetî di van rojên dawî de, gelek bûyerên civakî yên dilêşîn rûdidin.
Di encama van bûyeran de gelek kesan jîyana xwe ji dest dane, birîndar bûne û dijminatîyên di navbeyna malbatan de berfirehtir bûne.
Berîya her tiştî em dixwazin ji ber van bûyeran diltevzînî, xemgînî û dilêşîya xwe bi gelê xwe re parve bikin.
Ji alîyekî miletê Kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî bêpare, ji alîyekî jî bikaranîna madeyên hişbir, fihûş û gelek xerabîyên din tevna civakê têk dibe.
Di rewşeke weha xesas û metirsîdar de, esnaf, cotkar, karsaz û beşên berfireh ên civata me di bin barekî giran ya aborî de dinalin. Bi milyonan karker û kedkarên me di nav hejarîyê û birçîbûnê de dijîn.
Helbete li gel vê rewşa xerab û dijwar, ev şerê ku 40 sal e gelek encamên neyênî bi xwe re anîye jî, dibe sedemê gelek pirs û pirsgirêkên civakî ku vê rewşa heye xerabtir û dijwartir dike.
Civat ji canê xwe bêzar bûye. Psîkolojî û derûnîya civatê hatîye guherandin. Rêzgirtin, xweşbînî û urfûadetên civakî roj bi roj bêtir jar û hejar dibe. Pirê caran pirsgirêkeke herî biçûk dikare bibe sedemê şer û pervçûnên giran.
Em vê rewşê weke rewşek gelekî metirsîdar dibînin û loma jî bangî gelê xwe dikin ku bi berpirsiyarî, bêhnfirehî û baldarî tevbigerin û rê nedin van bûyerên ku bi kuştin û dijminatîyan encam didin. Rê nedin van xerabî û malvêranîyên malbatan û civatê.
Em bangî partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên civakî û oldaran yên Qoserê dikin ku em bi hev re platformek “rîsipîyan” ya herêmî ava bikin û midaxaleyî van bûyeran bikin. Em li gorî nexşerêyekê hewl bidin ku pêşîya van bûyerên weha malwêranî bigrin.
05.06.2026
Nezîr Gelerî
Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


