Civak

Agir bi otubusê ket 8 kes mirin û 33 jî birîndarin

Li Tirkiye navçeya Sarayköy a bajarê Denizliyê, otobusek rêwiyan li bariyeran qelibî û agir pê ket, di encamê de 8 kes, ku yek ji wan zarok bû, mirin û 33 kes jî birîndar bûn.


Bûyer li ser Rêya Denizlî-Aydın a nêzîkî navçeya Sarayköy derdora saet 01:40ê şevê qewimî. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, otobusa rêwiyan a bi reqama 45 BAH 834, aîdî Tûrîzma Pamukkaleyê û ji hêla Mustafa Fevzi Mertun (50) ve dihat ajotin, ku bi rêwîtiya ekspres a Îzmîr-Antalyayê diçû, dema ku gihîşt nêzî taxa Tırkaz a li ser Rêya Denizlî-Aydın, kontrola xwe winda kir û li bariyeran qelibî. Agir bi Otubusê ket. Piştî raporên ajokarên din, tîmên tenduristiyê, polîs, agirkujiyê û jendermeyan ji bo cihê qezayê hatin şandin.
Di lêkolînên destpêkê eşkere kirin ku bi tevahî 8 rêwiyên ku şofêrê otobusê Mustafa Fevzi Mertun, welatiyekî biyanî û zarokek 9 mehî jî di nav de bûn, jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn.

Otobus ji Îzmîrê ber bi Antalyave diçû û 38 rêwî û 3 karmendê otubusê jî têdebûn.

Back to top button