Partiyek û du miting…

Îro demjimêr 14.00 li Enqere du mitingên CHPê hebûn. Serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi biryara dadgehê vegera ser postê xwe yê serokatiya CHPê û îro li avahiya nawenda CHPê mitingek pêkanî û gotarek pêşkêşî aligirên xwe kir.
Di gotara xwe behtir li ser gendeliya di nava CHPê de sekinî. Herweha di axavtina xwe de rexneyek li xwe kir û got:Ji bo ku min kesên FETO yê di tenişta xwe de nedîtin ez doza lêborînê dikim. Herweha bi gelemperî behsa rewşa Tirkiye kir û da xûyakirin ku kesên tevlî gendeliyê di nava CHPê de bûyin divê bedelê vê bidin û got:Emê hesab bipirsin û CHPê ji gendelîyê pakij bikin.
Mitinga duyem jî heft kilometreyî ji Nawenda CHPê dûr li ber avahiya CHPê ya bajarê Enqere ji aliyê Ozgur Ozel ve hate li darxistin. Ozel bi biryara dadgehê ji postê serokatiya CHPê hate dûrxistin û niahjî îdia dike ku ewe doza xwe berdewam bikin.
Ozer di axavtina xwe de behsa Erdogan kir û îdia kir ku, Kiliçdaroglu bipişgiriya Erdogan cardin bûye serokê CHPê û got: em serokên nehilbijartî kebûl nakin. Ozer di axavtina xwe hemûyê de zêdetır behsa ne yasayiya hatina Kılıçdaroglu kır. Piştî xavtina xwe qedand, berê xwe tevî xwepêşenderan da Tirba Ataturk.


