
Bi armanca xurtkirina peywendiyên aborî û bazirganî, bajarê Hewlêrê mêvandariya lûtkeyeke giring di bin navê “Lûtkeya Dostaniyê ya Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Azerbaycanê” de dike.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd îro 6ê Tîrmeha 2026an hûrguliyên vê konferansa du rojî ji Kurdistan24ê re aşkere kirin. Hacî Seîd da zanîn, armanca sereke ya lûtkeyê pêşxistina peywendiyên aborî û afirandina hevahengiyê di warên lojîstîk û pevguhertina bazirganî de ye.
Geylan Hacî Seîd amaje bi wê jî kir, biryar e lûtke d meha Îlonê de were lidaxistin û nêzîkî 250 heta 300 bazirgan, kesayetên aborî û berpirsên bilind ji her sê aliyan (Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Azerbaycan) beşdarî vê lûtkeyê tê de dibin.
Destnîşan kir jî, Azerbaycan daxwazeke mezin nîşan daye, daku peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re pêş bixe û ev konferans jî li ser vî bingehî hatiye rêkxistin.
Di lûtkeyê de dê zêdetir giranî bide ser kerta pîşesazî û hilberînê, daku asoyên veberhênana biyanî li herêmê werin berfirehkirin. Bernameya lûtkeyê bi vî rengî hatiye dabeşkirin:
– Roja Yekem: Civînên lûtkeyê û gotûbêjên li ser dîtina derfetên nû yên bazirganî.
– Roja Duyem: Serdanên meydanî yên şandên bazirganî bo kargehên Hewlêrê û cihên dîrokî, bi mebesta ji nêz ve bi şiyana kerta taybet a Kurdistanê asna bibin.
Ev pêngava Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê wekî hewildanekê tê dîtin, ji bo peymanên rasterast di navbera bazirganên navxweyî û yên welatên cîran û navçeyê de werin îmzekirin. Tê pêşbînîkirin ku di encama van peymanan de bazara Herêma Kurdistanê hîn zêdetir geş bibe û peywendiyên aborî yên herêmî derbasî qonaxeke nû bibin.


