Rojev

Em ê bibin dengê hemû Kurdên xwedî hêstên netewî


Rojevakurd:
Birêz Akkoyun ji berî her tiştekî em we pîroz dikin û heviya serkevtina we dikin. Birêz Alî Akkoyun serokê komeleya Tevgera Ciwanan li Qoserê. Ji bo çi Komeleya Tevgera Ciwanan?

Elî Akkoyun: Tev ku bikaranîna navê ‘Kurdistan’ ne qedexe ye û di demek nêzîk de serokwezîrê devletê Erdoxan bi xwe jî li Amedê bi navê herêma me yê rastîn ‘Kurdistan’ anî ser zimên, lê dîsa jî dadigehên dewletê yên ku adalet ji bo Kurdan tu car lê peyda nebûne, tehemul nakin ku navê ‘Kurdistan’ê li tu derê bê nivîsandin.
  Me jî dil dikir ku weke hevalên xwe yên Amedê, komeleya xwe bi navê ‘Kurdistan’ vekiribaya, ji ber ku astengkirin û nakokiya di navbera qanûn û dadgehên dewletê de, em niha navê xwe wek ‘Komeleya Tevgera Ciwanan’ bi kar tînin. Ji bo ku em karibin kar û xebatên xwe bidomînin me ev nav li xwe kir. Lê ku di paşerojê de doza ku li hevalên me vebûye bi awayeki adîlane bi encam bibe em dê navê welatê xwe yê eslî ‘Kurdistan’ dîsa jî bixin paşiya navê komeleya xwe.

Dê armanca çelakiyên we çibin?

Weke ‘Komeleya Tevgera Ciwanan’ me bingeha xwe di warê kar û xebatên Kurdewarî de, li ser têkoşîna legal û demokratîk ava kiriye. Em girîngiyê didin xweseriya kesayetiyê, bikaranîn a însiyatîfa kesan û li beramberî vê jî em rêbazên birêxistinbûnê yên wek hiyerarşiyek hişk napejirînin.
Em Ciwanên Kurd hêvî dikin ku komeleya me di pêşvexistina ziman û wêjeya Kurdî, folklor û çanda kurdewarî de bibe navendek û di demên dirêj de em xebatên perwerdehiyê bimeşînin.

Hun li Merdînê bi serê xwene yan pêwendiya we komeleyên din re hene?

Em bi serê xwe ne niha têkiliya me bi tu komeleyên din re tuneye. lê armanca me diyar e. Kes an komeleyên ku ji bo çand, huner, ziman û di warê lêxwedîderketina nirxên neteweyî de tev bigerin, deriyê me her wext ji wan re vekiriye.

Girêdana we bi tu partiyên siyasî re heye yan na?

Komeleya Tevgera Ciwanan bi tu parti û rexistinên siyasî û olî ve ne girêdayîne. Lê di warê lêxwedîderketina mafên neteweya Kurd de bi rê û rêbazên demokrotîk çalakiyan bikin û ji derveyî partiyên siyasî fikrên xwe bi raya giştî re parvebikin.

Serokê Komeleya Tevgera Ciwanan/Mêrdîn

Niha hinek komeleyên din li bakur hene ji bo çi we pêwistî dit ku hun bi serê xwe xwe bi rêxistin bikin?

Ji ber ku armanca ku me daye ber xwe tu komeleyên ku li Kurdistanê hene bi cih nîn in.
Komeleyên ku hene bi piranî bi partiyên siyasî ve girêdayîne, nikarin derkevin ji derveyî bernameyên partiyan tevbigerin û şexs di ciyê n werê de tên astengkirin. Gava ku mirov di warê bikaranîna însiyatîfa kesayetî de ne azad be nikare ji dil de kar û xebatan bike ev jî bi têkçûna sistem/tevgeran bi encam dibe. Em nirx û berjewendiyên neteweya Kurd di ser hemû kesayet/rêxistin û partiyên siyasî re digirin, ev ji bo me ‘Ciwanên Kurdistanê’ xeta sor e. Ji ber vê yekê jî hewce kir ku ji bo em serbixwe bin, em bi serê xwe bin.

Hun rewşa civakî li Tirkiye û Kurdistana bakur çewe dinirxînin?

Ji peymana Lozanê ku Kurdistan hat parçekirin û heta îro jî Kurd li ser axa welatê xwe gelek êş û azar kişandin û dikişînin jî. Niha li Bakurê Kurdistanê li gorî pêşerojê rewşa civaka Kurd ne xerab e. Lê dîsa dewlet bi hemû çekên xwe polîtîkayên asîmîlasyonê didomîne. Divê em li hember van polîtîkayên dewletê hişyar bin û li nirxên xwe yên neteweyî û li mafê çarenûsî ya neteweya Kurd li ser axa Kurdistanê xwedî derkevin. îro ev lêxwedîderketîn jî zahmete ji ber ku ji aliyekî de dewlet û ji aliyê din jî ve partiyên Kurd yên siyasî ji bo berjewendiyên biçûk ciwanan asteng dikin. Lê dîsa jî em ciwanên Kurd bê tirs û bê hesab bi hêviyên jîndar li mafên xwe yên rewa xwedî derkevin. Em tu car bê hêvî nabin bila ev yek baş bê zanîn.

Peyamek we taybet ji bo raya giçtî ya Kurdistanê heye? Hun çi ji Kurdan re dibêjin?

Em bawerin ku emê bibin dengê hemû  Kurdên  xwedî hêstên netewî û di bidestxistina mafên neteweyî de bi hev re têbikoşin. Bi vê baweriyê, em bangî hemû aliyên ku armanca wan bidestxistina mafên neteweyî ne dikin ku em bi hev re tevbigerin. Em dê mafên xwe yên neteweyî û rewa her dem rasterast û bê hesap biparezin, ku çavên dapîr û bapîrên me yên dilderên Kurd û Kurdistanê ne, li dawiya wan nemîne û ew sîstemên nijadperest ku wan bi awayekî hovane qetilkirine, bizanin ku Kurd tu carî ji ser axa welatê xwe winda nabin.

Rojevakur: Em spas dikin û cardin serkevtina we dixwazin..

Akkoyun:Sipas ji bo alaqadariya we…

 

 

Back to top button