Polîtîk

Civîna rojnamevaniya ENKS û MGRK (video)

Îro li bajarê Hewlêrê civîna rojnamevaniya her du encumenan Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) û Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) piştî guftûgokirina heft rojan pêkhat.

Li civînê de encama civînên li navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) û Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) hatin eşkere kirin. Berdevkê Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) da zanîn ku ew ji bo sê xalan hatine Hewlêrê û ew jî meseleya beşdarîkirina Cenev2, Xweseriya Demokratîk û Vekirina Dergehê Sêmalka.

Her wiha berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) jî destpêka axaftina xwe de spasiya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Leyla Zana û Osman Baydemîr kir. 

Back to top button