Bandora Barzaniyan li ser Ewropiyan

Bi saya azadiya başûrê Kurdistanê, bi dîplomasiya Barzaniyan ya navneteweyî, doza miletê me ya rewa ku…

Bûbê Eser
Divê kurd bûyer û kiryarên di dîrokê de pêk hatine ji bîr nekin. Ji bîrkirina dîrokê malwêranî û xwe ji bîrkirin e. Di vî warê de em weke milet qels û lawazin ku dîroka xwe nizanin an naxwînin.
Heger bê bîra we di salên 1990 heta 2000î xwepêşandanên girseyê li seran serê dewletên Ewropa ji teref pkk de dihatin organîzekirin. Di wan hemî xwepêşandin û çalakiyên pkk de kurdan tenha zerara xwe didîtin.
Bê îstîsna di hemî xwepêşandan û meşan de jî pravakatorên nava pkk yên zilamên MITa tirkan, şer derdixistin, dikan, mal û karxaneyên Ewropiyan dişewitandin. Şer û pevçûn li hember polîsan dikirin. Rê digirtin, trafika wî welatî didan sekinandin, xelk ji kar û îşê xwe diman. Ev jî dibû sedem ku êdî dewletên Ewropî ji kurdan heznekin û di tu waran de ji wan re nebin alîkar.
Di wan salana de pkk qiyametek weha rakiribûn ku weke dewletên ewropa, polîs, leşker û xelkê wir dijminê gelê kurd be, talanî û wêranî pêk dianîn. Ev jî di gelek waran de dibû sedem ku dewletên dostên kurdan bikin dijminê wan.
Bi wan bûyer û kiryarên qirêj û li gor berjewendiya dewleta tirk, PKK di gelek konaxande bi ser jî ket. Ji ber ku ev plana dewleta tirk bû ku li ser destê pkk ya xwe pêk dianî. Sedem ji vê jî dostên kurdan li ewropa nebin, yên hebin jî bikin dijminê kurdan.
Lê îro û li ahengên pîrozkirinan, li hemî şahiyên Newrozên bi serpereştiya Revenda Kurdistanî ku ev Revend li ser pêşniyara serok Barzanî hatiye damezrandin, binerin dê hûnê yek tund û tujiyê têde nebînin. Vê jî weha kir ku bê çiqasî bondora xwe ya erênî li milet, polîs û leşkerên van dewletana kir. Polîsan wan zarokên kurdan yên ku bi alayên Kurdistanî xemilibûn, hildigirtin û datanîn ser hustiyên xwe da ku ew zarok jî şahiya xwe bibîne.
Her weha polîsên gelek welatan jî ketin govendên kurdan û wan xwe kildikirin. Aha ferqa dewletbûn û bê dewletî ev e. Bi saya azadiya başûrê Kurdistanê, bi dîplomasiya Barzaniyan ya navneteweyî, doza miletê me ya rewa ku PKK bi wan kiryarên xwe dixwestin wê weke tevgerên terorîst bidin zanîn, hate fêm kirin ku ew lîstikek dewletên dagirkeran ya li ser destê pkk bû. Ji xwe noqteya herî girîng jî ev e.
Lê Barzaniyan bi tevger û dîplomasiya xwe, bi wan dewletana da û dide zanîn ku miletê kurd ne terorîst e. Ne alîgirên xerabkirin û talankirina mal û dikanên Ewropiyan ne.
Dema ku ez çav li van wêneyan ketim, bawerî û hêza min bêtir bi Rêbaza pîroz û serperştiya wê serok Mesûd Barzanî hat ku yên berjewendiya kurd û kurdistaniyan di qada navneteweyî de diparêze ew bi xwe ne.
Barzaniyan bi helwest, tekoşîn û bi xebatên xwe yên dîplomasî hêdî hêdî wê zerar û ziyanên ku pkk kiribû, radike û ji ewropiyan re didin zanîn ku miletê kurd ne terorîst, ne xerabker û talanker in. Kurd tenha doza mafê xwe yên ku sed sal berê hatibû stendin, dixwazin. Kurd jî dixwazin weke milet li ser erda xwe bi azadî bijîn.
Aha tekoşîna Barzaniyan ya sed salan ji bona vê bû. Îro em dibînin li hember hemî zor û zehmetiyan, talanî û wêraniyan, Enfal û Helebçeyan, Dêrsim, Qamişlo û Mahabad, kurd bi saya tekoşîn û berxwedana Barzaniyan, xwe hêdî hêdî nêzîkî mafên xwe yên rewa dike.
Loma jî divê Kurd wê Rêbaza pîroz bixwînin, fêr bibin bê ka di wê de ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê çi heye. Heta niha çi daye me. Ji ber ku RÊBAZ hebûn e ku tu bi saya wê xwe weke kurdekî serbilind dibîne. Maf û hebûna xwe biparêze da ku tu jî weke her miletekî bi azadî û serbestî bijî û divê desthilata te ne biyanî, kurd bi xwe be.


