Cîhan

Artêşa Îsraîlê: Moşek ji Yemenê hatin avêtin

Artêşa Îsraîlê iro serê sibê ragihand ku,wan mûşekek ji axa Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin tespît kirine.

Roja Şemiyê, 28ê Adara 2026an, artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got ku pergalên parastina hewayî tavilê dest bi şopandin û avêtina mûşekê li hewayê kirine, di heman demê de medyaya Îsraîlê ragihand ku dengê alarmê li bajarokê geştiyariyê yê Eilatê hatiye bihîstin.

Ev êrîş cara yekem e ku ji dema ku Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê şerekî mehekê li dijî Îranê dest pê kirine, ji Yemenê mûşek ber bi Îsraîlê ve tên avêtin.

Ev bombebaran piştî wê yekê tê ku Hûsiyên li Yemenê berî ku peymana agirbestê pêk were, bi mûşek û dronan bi berdewamî herêma Eilatê hedef girtin, lê ev yekem êrîş e ji dema destpêkirina şerê nû li herêmê ye.

Back to top button