Polîtîk
Serokek din yê şeredariya CHPê hate binçavkirin
Li Tirkiye operasyonên li dijî ûeredariyên CHPê berdewam dikin. Taybetî piştî ku Ekrem Îmamoglu di hilbijartinan de şeredariya Stanbulê destve anî li gelek bajaran kandîdatên şeredariyan ji aliyê Îmamoglu ve hatibûn destnişankirin.
Heta niha di serî de Stanbulê gelek şeredariyên di destê CHPê de operasyon hatine kirin û serok û karmendên van şeredariyan hatine girtin û bi tohmeta gendeliyê têne darizandin.
Heja ev operasyonên li dijî şaredariyên CHPê yên derbarê gendelî û bertîlê de berdewam dikin. Îro serê sibê, operasyon li dijî şaredariyên Uşak û Marmarîsê hatin kirin.
Di operasyonên hevdem de li Uşak, Kocaelî û Enqerê, 11 kes, tevî Özkan Yalim, serokê şeredariya Uşak ê hatin binçavkirin.


