Roja 28emîn a şer: Bazar hilweşiyan, Trump mohleta 10 rojan da Îranê..!

Di roja 28emîn a şerê li Rojhilata Navîn de, gurbûna şer bû sedema daketineke tund a bazarên cîhanî. Borsaya New Yorkê roja xwe ya herî xirab ji destpêka pevçûnê ve derbas kir, di heman demê de bihayên petrolê gihîştin 108 dolarî. Firotina bihêz a bonoyên Xezîneyê yên Dewletên Yekbûyî jî hate dîtin.
Zêdebûna bihayên enerjiyê û xetereyên di derbarê Tengava Hormuzê de nîşan didin ku şer niha ji krîzeke herêmî veguheriye krîzeke cîhanî.
Piştî van pêşketinan, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew êrîşên li dijî binesaziya enerjiyê ya Îranê paş dixe.
Di daxuyaniyekê de li ser Truth Social, Trump ragihand ku ew “pêvajoya hilweşandina tesîsên enerjiyê” heta 6ê Nîsanê radiwestîne.
Wî biryara xwe bi van gotinan anî ziman:
“Min 10 roj da wan. Wan 7 roj xwestin, min 10 roj da wan ji ber ku wan keştî dan min.”
Trump her wiha îdîa kir ku danûstandinên bi Îranê re “pir baş diçin.”
Lêbelê, ev daxuyanî li gorî raporên ji qadê û çavkaniyên dîplomatîk têne li hev nakin.
Li gorî çavkaniyên navbeynkar ên ku bi The Wall Street Journal re axivîn, Îranê ti daxwazek ji bo rawestandina êrîşên li ser tesîsên enerjiyê nekiriye. Ev yek nakokiyek diafirîne ku rasterast îdiaya Trump a ku “Îranê ew daxwaz kiriye” red dike.
Tevî peyamên “pêşketinê” yên Washingtonê, daxuyaniyên ji Tehranê pir dijwartirin.
Karbidestekî payebilind ê Îranî, ji Reuters re axivî, plana aştiyê ya 15 xalî ya ku ji hêla Dewletên Yekbûyî ve hatî pêşkêş kirin wekî “yekalî û neheq” bi nav kir.
Heman çavkaniyê bi eşkere diyar kir ku di van şert û mercan de danûstandin ne mimkûn in.
Wezîrê Derve yê Îranê jî di hevdîtina xwe ya bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re helwesta Tehranê hişk kir.
Aragçî got ku mafê Îranê heye ku “keştiyên dijmin li Tengava Hurmuz asteng bike”
Vê daxuyaniyê fikarên ku herikîna enerjiya cîhanî dikare were asteng kirin zêde kir.
Her çend rêyên dîplomatîk tên ceribandin jî lê êrîşên li ser erdê bênavber berdewam kirin.


