Li Dîyarbekirê dema ku wesayîta polîsên sivîl derbas dibû, teqemeniyek rûda

Walîtiya Dîyarbekirê ragihand ku li nêzîkî wesayîteke polîsên sivîl li çarrêya Bulvara Kamişlo û Kolana Nevrozê bombeyeke destçêkirî (IED) teqiya. Walîtiyê ragihand ku di teqînê de birîndar û kuştî tune ne. Her wiha diyar kir ku otomobîlê zirar zerer nedîtîye û lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriyê ve tê meşandin.
Walîtiya Dîyarbekirê ragihand ku teqîn di 26ê Nîsana 2026an de saet di 18:24an de çêbûye. Walîtiyê diyar kir ku teqemenî bi dûr ve nehatiye kontrolkirin û ti delîl tune ku wesayît rasterast hatiye hedefgirtin.
Daxuyaniya jêrîn ji aliyê Walîtiyê ve hat weşandin:
“Lêkolînên destpêkê yên li ser teqîna ku di 26ê Adara 2026an de, di derdora saet 18:34an de, li çarrêyana Bulvara Kamışlo û Kolana Nevroz qewimî, eşkere kir ku teqîn dema ku wesayîteke polîsên sivîl, ku di wê demê de ji herêmê derbas dibû pêkhat. Teqemenî di çenteyekî de bû li tenişta rê danîbxûn.
Di teqînê de tu qurbanî an birîndar tunebûn, û wesayîtê ti zirar nedîtibû.
Analîza dîmenên teknîkî û kamerayê eşkere kir ku teqemeniya destçêkirî (IED) di derdora saet 18:21an de ji aliyê motorsîkletvanekî ve li kêleka rê hatiye hiştin, û wesayîtên din jî di navberê de heman rê bi kar anîne, û teqîn bi qasî 12 deqîqeyan şûnda çêbûye.
Li gorî encamên berdest, di vê qonaxê de, ti delîl tune ku nîşan bide ku wesayîta polîsan rasterast bi teqemeniyê hatiye hedefgirtin, ku mekanîzmayeke kontrolê ya ji dûr ve tunebû.”


