Cîhan

Katz: Wezîrê Îstîxbarata Îranê Xetîb hat kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz ragihand ku, Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li Tehranê hatiye kuştin. Katzgot: îro “surprîzên girîng” têne hêvîkirin.

Li gorî The Times of Israel, daxuyaniya Katz a li ser mirina Xetîb ji aliyê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ve hate parvekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dema nirxandina ewlehiyê de, wî gotiye, “Îro, li hemû eniyan surprîzên girîng têne hêvîkirin, ku şerê me yê li dijî Îran û Hizbullahê li Lubnanê zêde dike.”

Katz got: “Şideta êrîşên li dijî Îranê zêde dibe. Wezîrê îstîxbarata Îranê Xetîb şevîdin hate bêbandorkirin.”

Katz got ku wî û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu desthilat dane artêşa Îsraîlê ku “her kesayetiyek payebilind a Îranî bêyî ku pêdivî bi pejirandina din hebe bêbandor bikin”.

Back to top button