Polîtîk

Gazprom: Pêvajoya avadankirina Kurdistanê serketiye

Îro dûşem 02.12.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevbeşa kompanya Gazprom a Rûsî û Hikûmeta Rûsyaya Federal kir ku ji Alexander Dyukov Birêveberê Kargêrî ya Kompanya Gazprom û Yûrî Sêntorîn Cîgirê Wezîrê Uzeya Rûsyaya Federal û Valêriyen Şuvayov Cîgirê Berpirsê Beşê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa ya Wezareta Derveya Rûsya û hejmarek karbidestên hikûmî û birêveberên kompanya Gazprom a Rûsya pêkhatibûn.

Li destpêka hevdîtinê de Alexander Dyukov Serokê şandê ji bo rexsandina vê hevdîtinê û vê pêşwaziya germa ku li wan hatiye kirin spas û xweşhaliya xwe bi Serok Barzanî ragihand û her wiha sersamiya xwe jî bi xweşikiya sirûşta Kurdistanê nîşanda û ew geşbûna li Herêma Kurdistanê de hatiye holê ku li ser wan hemû çaverêkiriyan û nîşanaye bo ku proseya binyatnan û avadankirin serkeftî bûye û Herêma Kurdistanê li qonaxa jiyanekî çalakdaye û ewê nîşan dide ku li Herêma Kurdistanê de stratejî û bernameyekî rêkxistî û armancdar heye.

Şanda mîhvan eve jî ji bo Serok Barzanî şîrove kir ku Kompanyayên Rûsya gelek dixwazin werin serdana Herêma Kurdistanê bikin û Gazprom jî mînakeke wan kompanyayane ku li asta navdewletî de xwedî pêgeh û baweriyeke mezine û piştevaniya Hikûmeta Rûsya jî li pişte. Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan balkişand li ser wê yekê ku karubarê kompanyayên Rûsya li Herêma Kurdistanê gelek bi başî birêve diçin û spasî dam û dezgehên peywendîdarên Herêma Kurdistanê kir û behsa eve jî kirin ku ew ne tenê li çalakiyên aboriyên warê neft û uzeyê de ew amadene li warên din de jî sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê de bikin. Ji ber ku Herêma Kurdistanê li nexşeya cîhanê de navçeya Uze û navçeya hêze û Rûsya hez dike li berev pêşveçûna jiyan û aboriya li Herêma Kurdistanê de beşdar bibê.

Li beranber de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û bi kurtî behsa dîrok û pêvajoya aborî û civakiya Herêma Kurdistanê ji bo şanda mîhvan behs kir û di derbarê pêvajoya avadankirina Kurdistanê de got: “Piştî sala 1991 qebareya wê wêraniya li ser destê Be’es li welatê me de hatibû kirin gelek mezin bû û ziyaneke mezina maddî û ma’newî û mirovî ber xelkê me ketibû û diviya avadaniyê bikîn, her çenda avadankirin karekî giran bû lê belê bi îrade û palpiştiya xelk me karî welatê xwe bigihînin wê roja ku bûye navçeya hêz û uze li cîhanê da”. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî pêşwaziya li geşbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê kir û xweşhaliya xwe jî ji bo hengavên kompanya Gazprom li karkirina li Herêma Kurdistanê de nîşanda.

Di derbarê peywendiyên her dû aliyan jî Serok Barzanî balkişand li ser wê peywendiya dîrokiya di navbera gelê Rûsya û Kurdistanê ya li warê siyasî û warê kultûrî da û her wiha rola zana û navdarên Rûsya jî li lêkolîna li ser dîroka gelê Kurd û nasandina wan ya bi cîhanê de bilind nirxand. Her li vê hevdîtinê de her dû alî li ser wê yekê hevrebûn ku ji bilî peywendiyên siyasî û aborî pêwîste peywendiyên çandî û zanistî û huneriyên Rûsya û Herêma Kurdistanê bê pêşxistin. 

Back to top button