Bexdayê geşta ji Tirkiyê bo Kurdistanê rawestand
Rêvebera Giştî ya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji BasNewsê re got ku hikûmeta İraqê, geşta esmanî ya taybet (VIP) ji şeva borî ve rawestandiye.
Rêvebera Giştî ya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayeq eşkere kir ku ji şevê din (29.11.2013) ve hikûmeta Bexdayê geşta esmanî bi firokeyên taybet ji Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê rawestandiye.
Di vê derbarê de Telar Fayeq got: ‘’Em ji şevê din ve hatine agahdarkirin ku Bexdayê geşta esmanî bi firokeyên taybet (VIP) rawestandiye û em nizanin heta kengî dê ev biryara han berdewam bike.’‘
Telar Fayeq da zanîn ku derbarê vê meseleyê de ligel Bexdayê ketine têkiliyê, lê belê desthilatdarên Bexdayê sedema rawestandina geştên taybet eşkere nekirine.
Medya Tirkiyê jî behsa wê yekê dike îmzekirina girêbesta petrolê ya çend roj berê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, sedema serekî ya vê biryara hikûmeta Bexdayê ye.