Parêzgarê Hesekê û qeymeqamê Nisêbînê civiyne

Pitşî derbasûna zêdetirî salekê bi ser temenê Şoreşa Sûriyê, deriyê sînorî yê di navbera Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê de hat girtin, niha rejîma Sûriyê hewl dide ev derî di rojên bê de careke din vebe.

Li gore agahiyên taybet yên Rûdawê, Ev nêzîkî 2 mehane pêwendî di navbera Hikûemta Sûriyê û Hikûmeta Tirkiyê berdewame daku deriyê sînorî yê Qamişlo car din vebe. Parêzgarê Hesekê jî berî 2 rojan serdana Qamişlo kiribû û bi Qaymqamê Nisêbînê re civiya. Niha jî amadekariyên vekirina derî têne kirin û karkerên şaredariya Qamişlo dest bi paqijkirina cade û kolanan dike.

Li navçeya Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 3 deriyên sînorî hene, deriyê Nisêbîn û yê Til Koçer û herwiha vê dawiyê jî deriyê Sêmalka hat çêkirin, lê tenê her du deriyên sînorî yên Til Koçer û Sêmalka di bin kontrola PYDê de ne.

Lê Nisêbîn deriyê herî girînge li parêzgeha Hesekê û têde ji bilî bazirganiyê rojane bi sedan kes di vî deriyê re derbasî Bakurê Kurdistanê dibin, lê hîn jî di bin kontrola rejîma Sûriyê de ye.

Girtina deriyê Nisêbînê bandorek li ser hêla din ya sînor kiriye ku xelkê Nisêbînê neçar bûn dikanên xwe bigirin û bê karî li wî bajarî jî peyda bûye.

Nerîna min :