Peyama serokê Herêma Kurdistanê bi minasebeta salvegera erdhejê..

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta sêyemîn salvegera erdhejên 6ê Sibata 2023yan ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûbûn sedema wêraniyeke mezin peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî bi hesabê xwe yê Xêde peyamek ragihand.
Wî bal kişand ser wê yekê kir ku ew bi xizmên mexdûran û hemû kesên ku e
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:
“Di salvegera sêyem a erdheja wêranker a li Tirkiyeyê de, em bi hemû mexdûr û kesên ku ji vê karesata trajîk bi bandor bûne re di nav hevgirtinê de ne.”
Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser xebatên jinûveavakirinê yên piştî erdhejê û anî zimên ku ew ji ber serkêşî û biryardariya di pêvajoya jinûverakirina herêmên bibandorbûyî de, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta wî teqdîr dike.
Barzanî di berdewamiya peyama xwe de amaje bi pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê jî kir û wiha pê de çû:
“Bi vê boneyê, ez careke din biryardariya xwe ya ji bo xurtkirina pêwendiyên me yên dîrokî û xebata bi hev re ya ji bo avakirina paşerojeke geştir ji bo gelên me tekez dikim.”


