Peymana Şam û HSDê; Ji vekişîna hêzan heta vekirina rêyan

Desteya Operasyonên Artêşa Sûriyeyê daxûyakirin ku, piştî civîna bi nûnerên HSDê re li Hesekeyê, lihevkirin li ser destpêkirina bicihanîna qonax bi qonax a peymanan pêkhatiye, gava ewil dê hêzên çekdar ji bajaran vekişin û pêvajoya tevlibûna hêzên HSDê ya Artêşa Sûriye de lezê bikin.
Desteya Operasyonên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê roja, 6ê Sibata 2026ê di daxuyaniyekê de hûrguliyên civînê û gera meydanî ya hevpar bi nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re li parêzgeha Hesekeyê eşkere kir.
Li gorî ragihandina Desteya Operasyonan, şandeyeka payebilind a wê desteyê ligel hejmareka efser û fermandarên artêşa Sûriyeyê hevdîtinek bi nûnerên HSDê re kiriye.
Piştî wê hevdîtinê, wan bi hev re geşteka meydanî ji bo çend dever û cihên cuda cuda li parêzgeha Hesekeyê kiriye, ku bi gotina wan, “jîngeheka erênî serdest bûye”.
Desteya Operasyonan armanca sereke ya civîn û gera xwe ya meydanî ji bo “destpêkirina bicihanîna meydanî ya peymana di navbera dewleta Sûriyeyê û HSDê de” vegerandiye. Amaje jî da ku, her du alî li ser qonaxa demkî ya bicihanîna bendên wê peymanê di çend rojên bê de gihîştine lihevkirinê.
Di derheqa naveroka wê peymanê û pêngavên kiryarkî de, Desteya Operasyonên Artêşa Sûriyeyê ron jî kir ku ew peyman van xalan vedigire:
– Vekişîna hêzan ji deverên sivîl bo xalên leşkerî yên diyarkirî.
– Vekirina rêyan û rakirina astengiyan.
– Hevahengî û alîkarî di pêvajoya pûçkirina mînan de.
– Lezandina pêvajoya tevlihevkirinê di navbera hêzan de.
Ev pêngav wekî werçerxaneka girîng di têkiliyên di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de tê dîtin, bi armanca zêdetir tenahiyê li deverên Rojavayê Kurdistanê.


