Encama rapirsînekî
Dezgehê Lêkolîn û Şêwirmendiyê ASAL encamên rapirsîna raya giştî ya ku di navbera 27-29ê Çileya 2026an de li 26 parêzgehan hatiye kirin, eşkere kir. Rapirsîn bi 2,200 kesan re hatiye kirin, ji beşdaran pirsa vekirî hatiye pirsîn: “Hûn dixwazin kî Tirkiye rêvebibe?”
Li gorî encamên rapirsînê, Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi rêjeya 23.2% di rêza yekem de ye. Piştî wî Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqerê Mansur Yavaş bi rêjeya 14.0%, di heman demê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoğlu jî bi rêjeya 11.3% piştgirî wergirtiye.
Di lîsteyê de Selahattin Demirtaş bi rêjeya 6.0%, Serokê CHPê Ozgür Özel bi rêjeya 5.9% û Serokê MHPê Devlet Bahçeli bi rêjeya 3.7% hene. Serokê Giştî yê İYİ Partiyê Mûsavat Dervîşoglu ji sedî 3,3, Serokê Partiya Zafer Ûmît Ozdag ji sedî 2,4, Serokê Partiya Anahtar Yavuz Ağıralioğlu 2,0%, Serokê Partiya Yeniden Refah Fatih Erbakan jî ji sedî 1,8 deng girtine.


