
Herçend bi eşkere neyê gotubêjkirin jî,lê di paş perdê de ,di gelek hevdîtinên weşartî de, tê nîqaşkirin ku, AK Partî li ser senaryoyên serdema piştî Serokkomar Recep Tayyip Erdogan jî dixebite. Di demekê de ku AK Partî ji bo ji nû ve hilbijartina Serokkomar Erdogan dixebite, tê îdîakirin ku nîqaş li ser kesê ku dikare şûna wî bigire jî cihê xwe di gotubêjan de digre.
Kovara aborî û nûçeyan a li Brîtanyayê “The Economist” pêşeroja AK Partiyê û tiştên ku piştî Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bibe, analîz kir. Li gorî raporê, her çend bi eşkereyî neyê nîqaşkirin jî, di nav AK Partiyê de amadekarî ji bo serdema piştî Erdogan têne kirin. Kovarê nivîsand ku çar kesayetên navdar di rêveberiya partiyê de ku dewsa Erdogan bigrin, navên wan têne derbas kirin ev in: Wezîrê Derve Hakan Fidan, endamê AK Partiyê Suleyman Soylu, kurê Serokkomar Erdogan Bilal Erdogan, û CEOyê Baykar Makine Selçuk Bayraktar.
The Economist, di rapirsîna ku di meha Kanûnê de hat kirin de, nêrînên endamên AK Partiyê yên li ser van navan anî rojevê. Ji bo pirsa “Divê kî bibe serokê AK Partiyê?”, endamên AK Partiyê piranî navê Wezîrê Derve Hakan Fidan û Parlamenterê Stenbolê Suleyman Soylu gotin.
Encamên rapirsîna The Economist:
Wezîrê Derve Hakan Fidan: %33.4
Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê û Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu: %32.5
Bilal Erdoğan: %14.2
Selçuk Bayraktar: %12.9
Di gotarê de her wiha hate gotin ku hebûna kesekî ji bilî Serok Erdogan li serê partiyê dikare encamên xeternak ji bo AK Partiyê hebin. Lêbelê, her wiha hate tekez kirin ku Serok Erdoğan di piraniya rpirsînên heyî de li pişt Ekrem Îmamoğlu û Mansur Yavaş, ku wekî namzetên potansiyel ên CHP têne dîtin, dimîne. Ji aliyekî din ve, hate destnîşankirin ku ev daneyên ji The Economist bi daneyên ku ji hêla Refleks Data & Research ve di Kanûna 2025-an de hatine weşandin re li hev dikin.


