Rêbaz û Kurdistanî. Azadî û Serxwebûn.

Ji bona tekoşîneke rast, durust û neteweyî li bakurê Kurdistanê bi serkeve, fêrbûna Rêbazê şertê ewil ê heyînê û berxwedanê ye…

Bûbê Eser
Di civatên têkçêyî de, siyaseteke rast û neteweyî gelekî zehmet e. Ji ber pêkhatiyên
civatê, reng, deng, helwest û bîrewariyên xwe ji civatê digirin. Divê berê civat serrast
bibe da ku li gor wê siyaset jî cihê xwe bigire. Lê heta ku civat serrast bibe, siyaset
gelek bedelên mezin dide.
Ji bona serrastkirina civatek têkçûyî jî, siyaseteke neteweyî divê peyde bibe. Ji xwe
problem di virdeye. Ji bona ku mirov bikaribe, çend kesên rast, durust peyde bike jî,
xebatên dûr û dirêj lazim in. Di xebatên wehade divê westandin û teslînbûn tunebe.
Sedema ku îro partiyên me yên siyasî bi ser nakevin ev e. Civat û partiyên siyasî ne li
hev in. Di warê siyasî, ehlaqî û çandî ji hev dûr ketine. Bi bîr û rayên salên heftê, bi
fikir û ramanên îdeolijîk, civat û partiyên siyasî niha bi hevre nakok in.
Ji bona biserketinên mayende, pêwîste li gor şert û mercên civatê, bi rêxistiniyeke
modern ku li civatê bigunce pêwîste. Loma jî divê serkêşî ji ciwanên di vê civatê de
hatine dinyê pêk bê.
Heta ku ev nebe tu rêxistinên me dê nikaribin bi serbikevin. Lê mixabin em ew
salmezinên salên heftê, wendakirina xwe qebûl nakin. Her wendakirinekê weke
serketinekê dibînin.
Ji bona vê jî divê ciwanên li vê civatê mezin bûne, pêşkêşiya tevgerên siyasî bikin ku
bikaribin di civatê de bibin desthilat. Du rehetiyên vê hene. Yek ciwan ji zimanê hev
fêm dikin. Dudo ew ji salmezinan zanetir û çalaktir in.
Ev nayê wê maneyê ku salmezinên me xerab in. Ji ber ku formata wan û ya civatê ji
hev dûr ketiye, loma divê ew nebin serkêş. Lê weke aqilmend û şirovekar dikarin di
nava ciwanan de cih bigirin. Ji ber salmezinên bi fikrên îdeolojik û kevnar dê nikaribin
û ne pêkane ku civatê weke xwe format bikin, bi ser nakevin. Formatkirina civateke
modern bi fikir û ramanên kevn, nayê formatkirin.
Tenha yên dikarin vê bikin, ciwanên ji nava vê civatê ne. Ew jî salmezinan pêşî li wan
girtine û di nava xwe de fetisandinin. Loma jî partiyên me yên ji salmezinan pêk tên bi
pêşnakevin.
Bi Mejiyên salên heftê, pêşkêşiya civata 2026an li hev nayê.
Heger em dixwazin welatê xwe azad bikin, divê em berê partiyên xwe yên siyasî ji
salmezinan û fikrên kevn azad bikin. Li gor min tenha çareserî ev e.
Bi vê girêdayî jî du kêşeyên me yên mezin hene. Yek bê dewletî, dudo; neyekrêziya
nava kurda ye.
Çareserî:
Başûrê Kurdistanê bi serpereştiya Barzaniyan gav bi gav nêzîkî dewleteke serbixwe
dibe. Loma divê hemî kurd alîkar û piştgiriya vê bikin. Şîretên rêzdar Mesûd Barzanî
bi cih bînin. Îro cenabê wî bûye reng û dengê hemî kurdên li cihanê. Di serêşî û
kêşeyekê de dewletên mezin li cenabê wî guhdarî dikin. Loma divê hemî kurd di şert
û mercên îro de li gor têbinî û pêşniyarên cenabî wî tevbigerin ku zerar negihêje Kurd
û Kurdistaniyan.
Dudo; Ji bona kurd bikaribin yekrêzî û yekitiya xwe pêk bînin, divê RÊBAZa Barzanî
bixwînin û fêrî navaroka wê bibin, bê ka çi rêyê nîşanî me kurdan dide.
Kes û kesayeyî, partî û dezgehên Kurdistanî çi demê RÊBAZê bixwînin. Xal bi xal fêr
bibin ku bê rêbaz çi ye û ji bona kurdan çi aniye û wê bîne, wê serktinê bi dest bixin.
Dema ku vê fêr bibin dê bi rehetî yekitî û yekrêziya nava mala Kurd pêk bê.
Ji ber ku RÊBAZ te fêrî hezkirina welat û ji bona wê tekoşînê bide, dike. Dema ku tu
rêbazê fêr bibe, azadî û serxwebûn nêzîk dibe. Dema te rêbaz xwend û fêr bû, tê
têbighêje ku Barzaniyan çawa sed salan tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê li
hember çar dagir-keran dabûn û başûrê Kurdistanê azad kirin. Niha jî bi siyaseteke
aqilane berbi serxwebûnê ve gavên asasî diavêjin…
Rêbaz Felsefeye. Rêbaz şevreşê rohnî dike. Rêbaz kilîta azadî û serxwebûnê li
deriyê ku zêdeyî sed salan bû ku girtiye, vedike.
Ji bona tekoşîneke rast, durust û neteweyî li bakurê Kurdistanê bi serkeve, fêrbûna
Rêbazê şertê ewil ê heyînê û berxwedanê ye. Nivîsa xwe bi gotina serok Mesûd
Barzanî diqedînim.,
Serok dibêje:
”Heger gelê Kurdistanê, li benda qedera xwe bi destê xwe tayînkirinê, ji teref hin
kesan ve weke diyariyekê ji wan re bê dayînê be, wê tu caran serxwebûnê nebînin,
qezenc nekin”


