Bila 2026 bibe sala yekrêzîya kurdan..

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:
Bila 2026 bibe sala yekrêzîya kurdan, bila derîyê azadî, aştî, demokrasî û edaletê veke!
Sala 2025ê ji bo miletê Kurd û gelê Kurdistanê yê bindest û ji bo piranîya mirovahîyê, saleke
bi şer, êş, azar û bi nexweşîyan ve dagirtîbû.
Bûyer û pêşhateyên li Rojhilata Navîn de, gelek firsendan jî, gelek risk û xeterîyan jî bi hev re
di nav xwe de dihewîne.
Di pêvajoyeke weha hesas û hestîyar de, em ji sala 2025ê derbasî sala 2026ê dibin.
Tu şika me jê tune ye ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî emê bigihêjin wê armanca xwe ya
pîroz ya ku mafê me yê rewa ye. Di vê meşê de di sala nû de gava yekem a herî mutewazî
û çêker ew e ku, em ji xwe re, ji hezkirîyên xwe re, ji yên ku me wan qehirandî bin re, ji yên
ku wan em qehirandî bin re, em rûpeleke nû, rûpeleke paqij vekin.
Ji bo hûnandina paşerojeke azad, xwedîyê meselê em bi xwe ne; lê em çiqas dostên xwe
zêde, dijminên xwe kêm bikin, emê zûtir, hêsantir û bi kêm êş û bi kêm azar bigihêjin vê
armanca xwe.
Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku 2026, bi hûnandin û geşkirina hişmendîya netewî û niştimanî,
bi têgihîştineke ji dîroka xwe dersderxistinê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî bibe sala
parastin û pêşdebirina destkeftîyên heyî; bibe sala xurtkirin û geşkirina doza azadîya
Kurdistanê; bibe sala yekitî, dîyalog, bihevra xebat, hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî.
Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku sala 2026ê li Kurdistanê û li her derê cîhanê de derîyê
jîyaneke mirovane, azad, demokratîk, adilane, aştîyane ji gelê me û ji hemû mirovahîyê re
veke.
Bi hêvî, daxwaz û bawerîya ku di sala 2026ê de xweşî, tenduristî û bextewarî bibin şirîkê
jiyana me hemûyan; bi hest û bîr û bawerîyên xwe yên netewî, niştimanî û mirovî ez sala nû
ya malbatên şehîdan, ya kedkar û têkoşerên doza azadîyê, ya hemû gelê Kurdistanê, ya her
Kurdistanîyekî li her warekî cîhanê dijî û ya hemû mirovahiyê pîroz dikim.
31.12.2025
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


