Polîtîk

DEMê rapora xwe da Komisyonê..

Partiya DEMê  rapora xwe ya 99 rûpelî pêşkêşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê kir.

Rojnemevan  Sarp Sağkal a di derbarê naveroka raporê de di rojnemeya Cumhuriyet a tirkî de nivîsek weşand.

Sarp di nîvîsa xwe de dibêje ku,  Raport bi gelemperî rexne li têgeha dewleta neteweyî dike bi rêya têgehên wekî “zimanê dayikê” û “xweserî di rêveberiyên herêmî de”, û daxwaza guhertinek di “siyaseta ewlehiyê ya navendî ya dewleta neteweyî” de dike.

Beşên Taybet li ser Öcalan

Raportê cîhekî girîng ji bo rêberê PKKê Abdullah Öcalan veqetand. Raportê, Öcalan wekî “aktorê sereke di dîroka hebûn û rûmeta gelê Kurd de” bi nav kir û diyar kir ku “nêzîkatiya qanûnî ya li hember Öcalan di heman demê de nêzîkatiya qanûnî ya li hember gelê Kurd nîşan dide.” Di raporê de, ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Öcalan dike, tê gotin ku “Divê Öcalan bikaribe li gorî pêdiviyên pêvajoyê û civakîbûna aştiyê, bi şandeyan, kesan û endamên çapemeniyê re hevdîtinê bike. Di vê qonaxê de, û heta ku prensîba hêviyê pêk were, pêdivî ye ku şert û mercên ji bo kar, gihîştin, xanî û ragihandinê yên azad werin misoger kirin.”

Nêrînên Demirtaş di Raportê de Tune ne

Ji aliyekî din ve, nêrînên Selahattin Demirtaş di raporê de nehatine cihkirin. Her çend navê wî çar caran di raporê de xuya dike jî, tê de tê gotin ku “Divê hemû girtiyên ku ji ber sedemên siyasî têne darizandin û girtin, tevî Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdağ, Can Atalay û Osman Kavala, werin berdan.”

Bi heman awayî, di raporê de behsa serpêhatî an navên şaredarên ku bi tohmeta gendeliyê hatine girtin, bi taybetî Ekrem Îmamoglû, nehat kirin. Tenê hate gotin ku “nêzîkatiya ewlehiyê ya li hember pirsgirêka Kurd sepandina ‘qanûna cezayî ya dijmin’ li dijî dijberan berfireh kiriye; texmîna bêgunehiyê û mafê ne-stîgmatîzekirinê bi bandor hatine rawestandin.”

Di raporê de her wiha pêşniyarên di derbarê rêziknameyên ji bo kesên ku çekên xwe danîne jî hebûn, û daxwaz dihat kirin ku di navbera “kesên ku sûc kirine û yên ku nekirine” de cûdahî neyê kirin

Wekî din, di raporê de pêşniyarên girîng ên wekî, “Rêvebirên giştî yên ku di dema pevçûnê de hatine tayînkirin, wekî walî, qeymeqamên navçeyan, serokên polîsan û fermandarên jandarmeyan, divê li gorî pêdiviyên pêvajoya aştiyê werin nirxandin. Yekîneyên operasyonên taybet, tîmên operasyonê û yekîneyên leşkerî yên ku di dema pevçûnê de ji rojava bo herêmê hatine şandin divê werin vekişandin.” Di raporê de, ku her wiha daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê û guhertinên destûrî dikir, ev daxwaz hatin rêzkirin: “Divê guhertinên destûrî werin kirin da ku pêvajo bi dawî bibe. Divê madeyên 42 (perwerdehiya bi zimanê dayikê), 66 (pênasekirina hemwelatîbûnê) û 127 (wesayeta îdarî) yên Destûrê werin guhertin. Pêşgotina Destûrê divê bi zimanekî aştîxwaz ji nû ve were nivîsandin.”

**Daxwaza Şêx Seîd û Seîd-î Nursî**

Di raporê de her wiha wiha hat gotin: “Rastiya ku cihên veşartina kesayetên dîrokî yên wekî Şêx Seîd, Seyît Rîza û Seîd-î Nursî nayên zanîn, ji bo gelê Kurd cureyek birînek vekirî û şînek bêdawî ye. Ji bo ku birîn baş bibe û şîn bi dawî bibe, divê cihên veşartina wan werin eşkerekirin û termên wan radestî malbatên wan werin kirin.”

Back to top button