Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Urdunê kir

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel Zîyad Betarsa, Konsulê Giştî yê nû yê Şahnişîniya Urdunê ya Haşimî li Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyê li destbikarbûna wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha her cure piştgiriyeke ji bo serkeftina erkê wî nîşan da.
Di beşeke din a hevdîtinê de, ligel bal kişandina li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîniya Urdunê de, herdu aliyan tekez li ser amadebûn û daxwaza dualî ya ji bo zêdetir geşkirin û berfirehkirina hevkariya hevbeş di war û beşên cûda de kirin.
Hilbijartinên Encûmena Nûneran û rewşa Iraqê bi giştî, mijareke din a hevdîtinê bû.


