Polîtîk

“Ev danûstandin ne bi AKP an MHP re, lê bi dewletê re ne”

Hevseroka Partiya DEMê Tülay Hatimoğulları di panela “Demokrasî, Aştî û Pêşeroja Herêma Me” de ku li navçeya Defne ya Hatayê hate lidarxistin, axivî û derbarê pêvajoyê de got, “Divê CHP bi tevahî beşdarî vê pêvajoyê bibe. Ev danûstandin ne bi AKP an MHP re, lê bi dewletê re ne û yên ku di nav nakokiyan de ne bi hev re diaxivin. Dema ku em li hemû ezmûnên nakokî û çareseriyê yên vê dinyayê dinêrin, yên ku di nav nakokiyan de ne li ser maseyê rûdinin. Dewlet di vê pêvajoyê de muhatabe, lê dewlet xwedî desthilatek rêveberiyê ye jî. Desthilata rêveberiyê hikûmet e, ji ber vê yekê ev danûstandin niha bi hikûmetê re têne kirin.”

Panela bi navê “Demokrasî, Aştî û Pêşeroja Herêma Me” li navçeya Defne ya Hatayê hate lidarxistin. Hevseroka Partiya DEMê Tülay Hatimoğulları di panelê de axivî û diyar kir ku “Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk”, ku zêdetirî salekê ye berdewam dike, bi gavên girîng pêşve diçe. Hatîmogulları, diyar kir ku xebata komîsyona parlementoyê ya li ser mijara “guhdana Îmraliyê” rawestiyaye û ev tişt got:

“Pêdivî bû ku dengê Îmraliyê bê bihîstin; ev wekî şertek hat pêşkêşkirin. Rêxistina Öcalan bi xwe jî wekî şertek pêşkêş kir û ev mijar gihîştiye vê astê. Bi rastî, divê berî çend mehan çûyina Îmralî pêkbihata. Komîsyonê biryarek da û niha diçe. Bê guman, me dixwest ku ev komîsyon bi yekdengî vê biryarê bide, lê ev yek çênebû. CHP biryar da ku neçe, û dû re Yeniyol û wan jî ragihandin ku ew ê neçin. Em girîngiyek mezin didin çûna CHP. Me ev yek li her derê û di her civînê de gotiye. Em neçûna wan wekî kêmasiyek dibînin. Em hêvî dikin hîn komisyon neçûyî ew fikra xwe biguherînin.”

Back to top button