Çima girîng e ku Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo PDKê be?

Ev parastin mercek serekî ye ji bo berdewambûna hikûmetî û bic,kirina karnameya wê ku PDK hêza sereke ya pêkanîna hikûmetê ye.

Kajîn Şewket
Desthilatiya hevbeş bi giştî û wezareta siyadî û hestiyar (Wezareta hestiyar wek Wezareta Pêşmerge parastina axê û welat dike, wezaretên hestiyar wek Wezareta Navxwe û Wezareta Darayî) li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor rêkeftinan tên dabeşkirin. Wezareta Navxwe yek ji wezaret û destkeftên herî giringe bo parastina hevsengiya siyasî ya aliyan li Herêma Kurdistanê.
Wezareta Karên Hundir bi ewlekarî, îdarî û xizmetguzariyan ve mijûle û rasterast bi welatiyan ve girêdayî ye, desthilateke mezin û bi bandor a siyasî û gelerî heye, lewma ji bo PDKê girîng e, ji bilî ku wergirtina vê wezareta giring ji mafê PDKê ji ber piraniya kursê û dengan wê.
Girîngiya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê
1: Kontrola asayîş û hêzên ewlekarî û aramî siyasî li herêmê
Parastina desthilatê yek ji erkên serekî yên Wezareta Navxweyî ye bi rêya (polîs, polîsê trafîkê, berevaniya sivîl, hêzên ewlehiyê, asayîşa sînor û dezgehên pêwendîdar ji bo parastina aramiya navxweyî. Ev parastin mercek serekî ye ji bo berdewambûna hikûmetî û bic,kirina karnameya wê ku PDK hêza sereke ya pêkanîna hikûmetê ye.
PDK jî doza parastina jêrxana siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê dike, ji ber wê jî erkê Wezareta Navxwe ye ku rûbirûbûna gef, teror û nearamiyê bibe ku PDK aramiya Herêma Kurdistanê weke erkê xwe dibîne.
2: Desthilatdariya Îdarî û Xizmetgozarî
Wezareta Navxwe roleke serek di destnîşankirina walî, şaredar û serperiştîkirina yekeyên îdarî (Parêzgeh, Şaredarî û Nahiye) da heye. Ji ber vê yekê wergirtina Wezareta Navxwe giringiyek mezin ji bo PDKê heye li ser cîbicîkirina piroje û xizmetguzariyên giştî. Ji ber ku Wezareta Navxwe çendîn xizmetguzariyên giring pêşkêşî welatiyan dike, di nav wan da (îqame, pasaport, kartên xaniyan û hemwelatîbûn, ev beşek in ji peywendiyên rasterast yên welatiyan bi hikûmetê ra ku razîbûna wan ji hikûmetê re zêde dike.
Weke ku birêz Fazel Mîranî di hevpeyvînekê da got: “Dema ez wezîrê navxwe bûm, otomobîlên me yên polîsan ne wek yên nuha modern bûn, konsulxane li herêma Kurdistanê nebûn, vîze nedihatin dan, pasaport li vir nedihatin îmzekirin, hevwelatî nedikarî biçe derve w ji derve were Kurdistanê girîngiya. Wezareta Navxwe ya vê demê ji wê demê cuda ye.
Her wiha dabînkirin û birêxistinkirina ewlekariya sivîl bi rêya polîsan, ku xizmeteke berdewam e ji bo jiyana rojane ya welatiyan. Ev jî dibe sedem ku pozîsyona PDKê ya gelêrî berfireh bibe.
3: Cîbicîkirina qanûnê û belavkirina huşiyariyê
Wezareta Karên Hundir di warê sepandina qanûnê de, bi taybetî di warê kontrolkirina çekan de, roleke bi bandor dilîze; Cihbicîkirina qanûna çekan wek rakirin û qeydkirina çekên neqanûnî, ku Wezareta Karên Hundir gelek caran ragihandiye û ji partiyên siyasî xwestiye ku di bicihanîna vê qanûnê da hevkariyê bikin, ji ber ku qanûn ji bo selamtiya giştî ye û yek ji armancên girîng yên hikûmetê ye.
Lewma Wezareta Navxwe ji bo PDKê girîng e û armanca PDKê jî parastina aramê û statuya Herêma Kurdistanê ye.
Duhok-15 Cotmeh 2025


