Civak

Rapirsînek balkêş..!

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê berdewam rapirsîn ji aliyê hinek dezgehên Lêkolînan ve tene kirin. Rastî û ne rastiya wan baş nayê zanîn. Lê ragihandina encamên van rapirsîna hindik bêjî di siyasete de dibe sedemek ku her aliyek bi awayekî xwe berçavre derbas dike.

Niha jî rapirsîna herî dawî di pirsa namzedên serokkomariyê de hatî li darxistin balkêş e.

Dezgehê Lekolîn û Şêwirmendiyê ASAL, encamên rapirsînek bi navê “Divê kî bibe namzedê serokkomariyê?” parve kir ku di navbera 1 û 9ê Mijdara 2025an de li 26 parêzgehan bi .,015 kesan re hatiye kirin. Lêkolînê hem rewşa siyasî ya heyî û hem jî performansa takekesî ya namzedan dipîve.

Li gorî rapirsînê, Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi rêjeya ji sedî 36.2ê dengan di serê lîsteyê de ye. Ev hejmar li gorî rapirsînên berê meyleke hevseng nîşan dide.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş bi ji sedî 22 dengan bû duyemîn. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî bi rêjeya ji sedî 20,4 ê rêza sêyem de ye.

Selahattin Demirtaş bi rêjeya ji sedî 5,6 dengan bû çarem.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ji sedî 3,2 ê dengan stend.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ji sedî 3 wergirt.

Kesayetên din ên navdar di rapirsînê de ev deng wergirtin:

– Mûsavat Dervîşoglu: ji sedî 2

– Ümit Özdağ: Ji sedî 1,5

– Fatîh Erbakan: Ji sedî 1,4

– Yavuz Ağıralioğlu: Ji sedî 1

– Alî Babacan: Ji sedî 0,4

– Bêbiryar/Bê nêrîn: Ji sedî 3,3

Back to top button