Civak

Sedat Peker dê piştgiriyê bide doza Rojin Kabaiş!

Parêzerê Sedat Peker, Ersan Barkın, ragihand ku ew ê piştî doza Mattia Ahmet Minguzzi, doza Rojin Kabaiş, xwendekara zanîngehê ya ku di bin şert û mercên gumanbar de li Wanê mir, jî bigire ser xwe. Barkın ragihand ku Sedat Peker dê dozê heta dawiyê bişopîne.

Sedat Peker, ku ji ber îdiayên ku serokê rêxistineke sûcên rêxistinkirî ye(kesek navdarê mafia Tirkiye) li derveyî welêt dijî, ragihand ku ew ê “doza Rojin Kabaiş (21), xwendekara zanîngehê ya ku li Wanê winda bû û mirî hate dîtin, heta dawiyê bişopîne.”

Barkın di axaftina xwe ya zindî ya li ser Sözcü TV de diyar kir ku wî bi malbata Rojin Kabaiş re têkilî danî ye û got:

“Min îro bi bavê Rojin re axivî. Min piştgiriya xwe ji bo Birêz Minguzzi û malbata wî anî ziman. Birêz Sedat Peker jî got ku ew ê doza Rojin heta dawiyê bidomîne. Ez bawer dikim ku ew ê di rojên pêş de vê piştgiriyê bi awayekî cûda rave bike.”

Barkın rola girîng a Baroyên Amed û Wanê di dozê de tekez kir û got, “Heke baroyan piştgirî nedabûna dozê, dibe ku em îro negihîştibana vê astê.”

Barkın her wiha di doza Mattia Ahmet Minguzzi de, ku di 15 saliya xwe de ji aliyê êrîşkarekî negihîştî ve bi kêrê hatibû kuştin, nûnertiya Mattia Ahmet Minguzzi kir.

Back to top button