Li Belçîkayê Çekdarek DAIŞê bi girtina heta hetayê hate cezakirin..

Ev cara yekem bû ku kesek li Belçîkayê ji ber qirkirina Kurdên Êzidî dihat darizandin.
Sami Jadoo, ku di dema bûyeran de çekdarek DAIŞ’ê bû, roja Pêncşemê êvarê ji ber tevlêbûna wî di komkujiya Kurdên Êzidî de bi “qirkirinê” hat tawanbarkirin.
Her wiha ew bi “sûcên li dijî mirovahiyê” ji ber revandin, lêdan, tecawizkirin û koletiya sê jinên Kurd ên Êzidî di navbera dawiya sala 2014’an û salên din de dihat tawanbarkirin.
Piştî îdîanameya roja Pêncşemê êvarê û li gorî pêşniyarên dozger, roja Înê li Dadgeha Cezayê Brukselê, ku çekdar heşt rojan li wir dihat darizandin, rûniştineke din hat lidarxistin.
Olivia Vinet, parêzera du jinên Kurd ên ku wekî dozger xuya bûn, ji AFP’ê re got, “Her çend ceza bi tena serê xwe ji bo dermankirina şok û êşê têrê nake jî, lê ferzkirina cezayê herî giran rêyek e ku meriv mezinahî û giraniya tecawizê qebûl bike.”


