Banga min ji bona ciwanên xwedî rêxistin in.

Heta bakurê Kurdistanê azad nebe, başûrê Kudistanê û perçên din dê di xeteriyê de bin. Loma rabin û pêşkêşiya vî karê pîroz, li gor RÊBAZa Barzaniyê nemir û ji bona gel û miletê xwe bikin…

Bûbê Eser
Ey ciwanên endamên partiyên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê. Hemî dest bidin hev û bi hevre yekitiya nava mala kurd damezrînin. Da ku kurd bibin muxatabê êşa gelê xwe ya ji bona azadî û serxwebûna wî.
Heger hûn problema ango kêşeya yekitiyê ji serok û rêberên xwe re bihêlin, hûn ê jî weke me tu yekitiyan nabînin. Yekitî bi mirovên têgihiştî, zana, bîrewer, ciwan, xwîngern û neteweyî pêk tê. Îro kêm serok û rêberên partiyên Kurdistanî xwedî van sivatanana.
Her yek ji wan îdeolojîk dest avêtin karên rêxistiniyê û êdî pîr û kalbûne, kesên pîr û kal û îdeolîk jî naxwazên wî post û kursiya li ser rûniştine berdin. Ango derdê wan êdî ne Kurdistan e. Ew bi dû post û kursiyên xwe de ne.
Heger ne weha ba, di vê dema hizra kurdî qels dibe. Tirkbûn li ser destê pkkDEM roj bi roj geş dibe. DEM bi hezaran civîn, meş û xwepêşandanan li dar dixe, da ku tirkbûnê bi kurdên bakur şêrîn û xweş bikin. Lê li hember vê, partiyên me bêdeng in.
Gelo li hember van çalakiyên DEMê biryar û qerarên Evdila, partiyên me çi dikin? Belovok û daxuyaniyan belav dikin, lê ew jî nayên xwendin û dîtin. Hûn bawer bikin gel hay ji gelek pariyên me tune ye ku ew hene ya na. Tabela partiyên wan dardekirîne, lê rojekê camêr û canikek derbasî hundir nabûne û silavekê nadene wan. Tim di wî hundirî de çend kesên sal mezinên modela salên 1970 hene û hew.
Di nava çar dîwarande hûn her yek ji wan bi çend salmezinên weke xwe re çay vedixwin, wextên xwe bi behsa serpêhatî û raberduyên xwe derbas dikin. Hemî sermiyanên wan xebat û çalakiyên berî 1980ê ne. Piştî wê tiştek tune ye…
Tu dibêje qey ew li bakurê Kurdistanê najîn. Tu dibêje qey ew plan û projeyên tunebûna kurdan naxwînin û nabînin. Nabînin ku roj bi roj kurdbûn têk dihare û tirkbûn geş dibe.
Her partiyek bi deh kesan maye û wan dehana jî ji bona kursiya bin wî nere, nikarin û naxwazin, hêzeke neteweyî, girseyî û xwedî qawet bi hevre damezrînin. Nikarin di bin konekî neteweyî de hêzên xwe bikin yek da ku bikaribin bi hevre li dij vê projeya dewletê ya ku Evdila dide pêş, derkevin.
Ey ciwanên hêja, neteweperwer, divê êdî hûn rabin. Bêdengî, tirs û xofa serok û rêberan ji nava dilên wan rakin. Bi saya zordayina we, ya wê weke we bikin û hêzên xwe bikin yek, ya jî wê dev ji post û kursiyan berdin û li malên xwe rûnên. Weke rîhsipî û şêwirmendekî dikarin, tecrubeyên xwe ji we re bêjin. Tecrubeyên wan jî tenê 1970 heta 1980ê ne.
Ey ciwanên welathêz yên endamên partiyên Kurdistanî
Heger hûn bi hevre li ser xeta neteweyî ranebin, yekitiyeke neteweyî bi hevre ava nekin, hizra tirkbûnê wê bi ser ya kurdbûnê bikeve ku êdî zehmete kurd weke kurd bimînin.
Ey ciwanên endamên partiyên Kurdistanî hûn baş dizanin ku partî ji bona armancekê tê damezrandin. Dema ku partî ji wê armanca xwe dûr bikeve dê bibe tiştekî din.
Ji bona partiyên Kurdistanî jî nebe tiştekî din, divê hûn dest bidin hev da ku yekitiyek neteweyî damezrînin. Loma girîng e ku hûn êdî meseleya yekitiya nava mala kurd, ji salmezinan re nehêlin. Ew ango em hemî nexweşin. Hin fizîkî û hin jî derûnî. Bi kesên nexweş re jî yekitiyên saxlen dernakeve.
Ey ciwanên bîrewir yê endamên partiyên Kurdistanî
Bala xwe bidinê, piştî hukmê leşkerî li tirkiyê û kurdistanê pêk hatibû (1980) heta roja îro behsa yekrêziya nava mala kurd tê kirin. Lê ji wê rojê heta îro gaveke rast û neteweyî nehatiye avêtin. Hin yekitî çê jî bû bin, ew jî ji bona xatirê çend salmezin bibin xwedî post û kursî.
Şîret û daxwaza min ji we ey ciwanên hêja, zîrek û bîrewir yên kurd. Dest bidin hev, di mesela yek rêzî û yekitiyan de li serok û rêberên xwe yên salmezin guhdarî nekin, hûnê bi serkevin. Serketina we wê bibe hêzeke neteweyî, girseyî ku hûnê bibin hebûneke bi qawet li hember hemî listikên Evdila û dewleta tirk. Heger hûn vê nekin em weke kurd li bakurê Kurdistanê diqedin. Ji ber ku tê gotin: ”Ciwan hebûna neteweyekî ne”. vê hebûna xwe biparêzin û zûtirîn demê dest bidin hev.
Êdî baş fêr bibin ku bi serokatiya salmezinan yên partiyên Kurdistanî, wê miletê kurd nebe xwedî hêzeke xurt û neteweyî. Ji ber ku salmezin vê naxwazin. Ditirsin ku ew ên bê meqam û kursî bimînin…
Ji bona tekoşîneke rast û berxwedaneke durust, divê ciwan dest bidin hev. Hûn kî/ê ji kîjan partiyên dibin, bibin. Werin ba hev, li ser rêxistineke neteweyî û girseyî bi hevre munaqeşe bikin. Bi destûr û bernameyeke nû, rêxistineke ku bikaribe bersîva kêşa ya kurd bide, damezrînin ya jî ji yên heyî yekê ji wan xurt bikin. Serok û rêvebir divê hûn bin. Heta ku ev nebe azadiya bakurê Kurdistanê zehmet e.
Heta bakurê Kurdistanê azad nebe, başûrê Kudistanê û perçên din dê di xeteriyê de bin. Loma rabin û pêşkêşiya vî karê pîroz, li gor RÊBAZa Barzaniyê nemir û ji bona gel û miletê xwe bikin… We çi demê RÊBAZ nas kir, hûnê wê demê xwe, milet û partiyên xwe jî baştir nas bikin. Daxwaz û helwestên wan fêr bibin.


