Geştên azmanî di navbera Tirkiye û Silêmaniyê de destpê dike

Geştên azmanî di navbera Tirkiye û bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana de piştî navbereke dirêj ji nû ve dest pê dike.
Li gorî plana Turkish Airlines (THY) dê hefteyê de çar geştên bernamekirî ber bi Silêmaniyê ve bike. Rêveberê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê Rebaz Muhammed Xelîl di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku vekirina qada hewayî ya Tirkiyeyê ji bo geştên ber bi Silêmaniyê ve dê trafîka balafirgehê bi girîngî zêde bike.
Rebaz Muhammed Xelîl got, “Di dema girtina qada hewayî ya Tirkiyeyê de, çalakiya balafirgehê ji sedî 35 kêm bû. Ev biryar ji bo me rehetiyek mezin e.”
Xelîl her wiha diyar kir ku rêveberiya balafirgehê hewlên xwe ji bo zêdekirina hejmara geştan û avakirina girêdanên nû yên balafirgehê didomîne.
Berê, Rebaz Muhammed Xelîl diyar kir ku rawestandina geştan bûye sedema windahiyek ji 5 mîlyon dolarî zêdetir.


