Cîhan
Jinek kurd li DYA berbijêra postek girîng e
Mora(Noura) Namdar wekî berbijêreke sereke ji bo Alîkara Wezîrê karûbarên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk derdikeve pêş
Çavkaniyên dîplomatîk li Washingtonê dibêjin ku Noura Namdar bûye yek ji berbijêrên sereke ji bo wergirtina rola Alîkara Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk, Ji berî niha Joel Rayburn berbijerek sereke bû, Trump ew vekişand xw niha navş Namdar derketiye pêş.
Namdar bi ezmûna xwe ya berfireh di karûbarên Rojhilata Navîn û têkiliyên herêmî yên Dewletên Yekbûyî de bi berfirehî tê nasîn, û ew wekî kesayetek bihêz tê binavkirin ku tê çaverêkirin ku roleke sereke di şekildana siyaseta pêşerojê ya Washingtonê ya li hember Rojhilata Navîn de bilîze.


